peyamek nêrgîz Mihemedî ji bo Neteweyên Yekbûyî

Parêzvana mafên mirovan Nêrgiz Mihemedî bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku lêkolînê li ser darvekirin û windarkirina kesên dijberên rejîma Îranê bike.

peyamek nêrgîz Mihemedî ji bo Neteweyên Yekbûyî
15 nîsan, 2025   15:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzvana mafên mirovan Nêrgiz Mihemedî di derbarê darvekirin, kuştin û windarkirina dijberên rejîma Îranê de bi peyamek nivîskî bang li Neteweyên Yekbûyî kir.

Nêrgiz Mihemedî di peyama xwe de bang li NY’ê kir ku di derbarê darvekirin, kuştin û windarkirina kesên dijberên rejîmê yên di nava 46 salên borî de lêkolînê bike.

Her wiha Mihemedî eşkere kir ku rejîma Îranê li Emerîkayê hewl daye rojnamevan û çalakvana siyasî ya Îranê Mesîh Elî Nejad qetil bike.

Di beşek din a peyama xwe de Nêrgiz Mihemedî dibêje, ji destpêka avabûna rejîmê ve ji bilî ku bi hezaran girtiyên siyasî hatine darvekirin, her wiha jiyana gelek xwepêşanderan hem li navxwe hemjî li dervey Îranê xistiye metirsiyê.

Çalakvana mafên mirov Nêrgiz Mihemedî ku xelata aştî ya nobelê wergirtiye, temenê wê 52 sale, di nava 20 salên borî de zêdetirî 10 salên xwe di girtîgehan de derbaskiriye.