866 penaberên iraqî ji kampa Holê derketin

Rêvebiriya kampa Holê komeke ku ji 866 koçberên iraqî pêk tê, ji kampê ber Iraqê ve bi rê kir.

866 penaberên iraqî ji kampa Holê derketin
15 nîsan, 2025   15:59
HESEKÊ

Di çarçoveya hevkariya di navbera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Komîteya Koçberî û Koçberan a Parlamentoya Iraqê de, îro komeke din a malbatên iraqî yên li kampa Holê ya li başûrê bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê, şandin Iraqê. 

Koma koçberan ji 241 malbatan anku 866 kesan pêk tê.

Karwanê koçberan di bin çavdêriya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û ya Koalîsyona Navneteweyî de ber bi xaka Iraqê ve bi rê ket.

(k)