Li Şamê qetilkirina têkoşer Zelal Zagros hat şermezarkirin

Şêniyên taxa Zorava ya Şamê sûcê qetilkirina têkoşera şoreşger Zelal Zagros şermezar kir û destnîşan kir ku armanc ji wê qetilkirinê têkbirina îradeya jinan e, lê belê ew îrade têk naçe û berxwedanê dê bidome.

Li Şamê qetilkirina têkoşer Zelal Zagros hat şermezarkirin
Li Şamê qetilkirina têkoşer Zelal Zagros hat şermezarkirin
23 ÇILE, 2024   20:14
ŞAM

Bi dehan şêniyên taxa Zorava ya paytexta Sûriyeyê Şamê sûcê qetilkirina fermandar Zelal Zagros şermezar kir. Endama Meclisa Gel a taxa Zorava Xezale Omer got: "Hevrêya me Zelal di destpêka şoreşê de li Şamê, Rojavayê Kurdistanê, Reqa, Dêrazorê û Başûrê Kurdistanê û gelek herêman tê koşiya, her tim li pêş bû û çûyîna wê ji bo Başûrê Kurdistanê ji bo pêşxistina têkoşîna jinan bû."

Xezale bang li Herêma Başûrê Kurdistanê kir ku kujerên vî sûcî aşkera bike û hesabê jê bixwaze û got bêdengiya wê jî nîşan dide ku ew di wî sûcî de hevkar e û wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi rêya hedefgirtina jinên pêşeng wek Sakîne û hevrêyên wê û niha jî hevrê Zelal, îradeya jinan têk bibe, lê bila baş bizane ku ev komplo û sûc îradeya me têk nabin."

Xezale sersaxî da malbata şehîd Zelal û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna azadiyê da.

Her wiha, endama Meclisa Gel Roşîn Ehmed sersaxî da malbata şehîd Zelal û sûcê qetilkirina wê şermezar kir û got: "Şehîd Zelal nimûneya berxwedan û pêşxistina têkoşînê bû. Em soz didin ku heta dawiyê şopdarên rêya şehîdan bin."

(mh)