SKB: Êrişa li dijî Zelal Zagros şermezar kir

Yekitiya Jinên Sosyalîst (SKB) a Ewropayê êrişa sûîqestê ya li Kerkûkê ku tê de jina Kurd a şoreşger Firyal Silêman Xalid (Zelal Zagros) bû hedef û qetilkirin şermezar kir û diyar kir ku ev êriş dê têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd ranewestîne.

SKB: Êrişa li dijî Zelal Zagros şermezar kir
23 ÇILE, 2024   20:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Firyal Silêman Xalid (Zelal Zagros) zêdetirî 30 salan ji bo azadiya jin û gelê Kurd têkoşiya. Êrîşa qirker a li Kerkûkê wê têkoşîna azadiya jinên Kurd ranewestîne.”

SKB’ê wiha berdewam kir: “Dewleta Tirk a faşîst a mptinger bi awayekî sîstematîk qetilkirina jinên Kurd yên şoreşger pêk tîne. Herî dawî roja pêncşemê Firyal Silêman Xalid li bajarê Kerkûkê li nîvê cadeyê li ber dibistanekê hat qetilkirin. Jina Kurd a di sala 1975ˊan de li Amûdê ji dayik bû, di nava tevgera azadiyê de navê Zelal Zagros li xwe kir û zêdetirî 30 salan ji bo azadiya jin û gelê xwe bênavber têkoşiya.

Di destpêka salên 1990ˊî de li Rojava tevgera Kurd nas kir. Piştî ku 15 sal li çiyê bi gerîlayan re derbas kir, 8 salan di nava civaka Kurdên Ermenistanê de xebitî. Di dema Şoreşa Rojava de ji bo alîkariya avakirina pêkhateyên demokratîk ên bingehîn bike vegeriya herêma jidayikbûye. Li Tirbespiyê di avakirina komun û meclîsan de cih girt û ji bo xurtkirina têkiliyên navbera gelê Kurd, Ereb û Xiristiyan de xebat meşand.

Herî dawî jî li Başûrê Kurdistanê xebatên tevgera jiana dimeşand di 18ˊê Çileyê de hat qetilkirin. Êrîşa qirker a li Kerkûkê jî hewldaneke din a ji bo tepisandina têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd e. Zelal Zagros di heman demê de hevrêya Evîn Goyî (Emîne Kara) ya ku di 23ˊê Kanûna 2023ˊyan de li Parîsê hatibû qetilkirin.