Li Rûsyayê generalek hat kuştin

Li başûrê Moskovê generalekî Rûs di encama teqîna erebeyekê de hat kuştin.

Li Rûsyayê generalek hat kuştin
22 kanûn, 2025   12:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Lêpirsînan a Rûsyayê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku generalekî artêşa Rûsyayê di encama teqîna erebeyekê de hat kuştin.

Komîteyê da zanîn ku teqîn li rawestgeha erebeyan a li başûrê Moskovê çêbûye.

Di daxuyaniya komîteyê de ku ajansa Tasê weşandiye, hate diyarkirin ku lêkolîn der barê sûcê kuştina serokê Rêveberiya Amadekirina Operasyonan a Desteya Serfermandariya Giştî general Vanil Sarvarov de hatiye destpêkirin.

Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku “dibe destê îstixbarata Ukraynayê di bûyerê de hebe."

(b)