Hevdîtina Heyeta Îmraliyê û Ozgur Ozel destpê kir

Hevdîtina Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel destpê kir.

Hevdîtina Heyeta Îmraliyê û Ozgur Ozel destpê kir
22 kanûn, 2025   12:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevdîtina navbera endamên Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Bûldan, Mîthat Sancar û endamê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol û Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel destpê kir.

Heyet li Navenda Giştî ya CHP'ê ji aliyê Serokwekîlê Koma Meclîsa Tirkiyê ya CHP'ê Mûrat Emîr ve hate pêşwazîkirin. Heyet piştre ji bo hevdîtinê derbasî salona civînê bû.