Li Rûsyayê bi pileya 8,8 erdhêj çêbû

Li Nîvgirava Kamçatskiyê, li rojhilatê Rûsyayê, erdhejeke bi pileya 8,8 pêk hat.

Li Rûsyayê bi pileya 8,8 erdhêj çêbû
30 tîrmeh, 2025   08:53
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li Rûsyayê erdhejeke bi pileya 8,8 pêk hat. Navenda erdhejê wekî 119 kîlometre başûrê rojhilatê bajarê Petropavlovsk-Kamçatskiyê hate diyarkirin.

Tê ragihandin ku li herêmê erdhejên piştî yên bi pileyên 6,9 û 6,3 jî çêbûne.

Ji bo peravên Pasîfîkê hişyariya tsunamiyê hate kirin.