QSDˊê nasnameya şervanekî di qezayekê de şehîd bû aşkera kir

Navenda Ragihandinê ya QSDˊê nasnameya şervan Lewend ê ku di qezayekê de li rojhilatê Dêrazorê şehîd bû, aşkera kir.

QSDˊê nasnameya şervanekî di qezayekê de şehîd bû aşkera kir
30 tîrmeh, 2025   08:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameya şervanekî xwe yê di encama qezayekê de şehîd bûye, aşkera kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: "Hevrêyê me, şervan Lewend (Ebdurezaq Elî El Sekran) dema li Dêrazorê li ser erka xwe bû di qezayekê de gihîşt asta şehadetê.

Hevrêyê me Lewend ji malbateke ku tevahî zarokên wê bi hêzên me re beşdarî rizgarkirina gelek herêman ji DAIŞˊê bû. Piştî şehîd Lewend tev li gelek dewreyên perwerdeê bû, pisporiya xwe ya leşkerî, aliyên xwe yên çand, siyasî û fikrî bi pêş xist û di pratîkê de pêk anîn. Di eniyên şer de xurt bû. Tev li hemleya berxwedana Minbicê û gelek deverên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Di wan eniyan de her kesê wî nas dikir ji berxwedana wî re bû şahid.

Têkiliyên xwe bi hevalên xwe re xurt bû, berpirsiyar û dîsplîn bû. Di erkên jê dihatin xwestin de dudilî nebû, berevajî lez dida cihê kar û xebatê. Mînaka wefedarî û îxlasê bû. Şehadeta wî şopeke mezin li gel hevrêyên wî hişt.

Em sersaxiyê ji malbata şehîd û tevahî malbatên şehîdên me dixwazin û soz didin ku heta pêkanîna armancên şehîdan pêk bên berxwedana û têkoşînê bidomînin.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Lewend

Nav û paşnav: Ebdurezaq Elî El Sekran

Navê dayikê: Ruqeye El Xelef

Navê bav: Elî

Cihê jidayikbûnê: Hesekê-El Hemer

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-El Besîra-28ˊê Tîrmeha 2025ˊan."

(fr)