Hikumeta veguhêz rê nade alîkarî derbasî Siweydayê bibin

Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê nehişt alîkariyên navneteweyî derbasî bajarê Siweydayê bibin, bi hiceta ku komên xwecih hebûna wê qebûl nakin. Çavkaniyek NY`yê jî aşkera kir ku li gel alozbûna kirîza mirovî li Siweydayê Guterres dest bi danûstandinan kiriye.

Hikumeta veguhêz rê nade alîkarî derbasî Siweydayê bibin
29 tîrmeh, 2025   23:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyek taybet ê NY`yê ji malpera “El Muntede” aşkera kir ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi hiceta ku “komên xwecih” nahêle ti rayedarekî hikumetê bikeve bajêr, nehiştiye alîkariyên mirovî derbasî bajêr bibin. 

Heman çavkanî destnîşan kir ku hikumeta veguhêz, heta derbasbûna karmendên NY`yê jî red kiriye ji bo ku sûc û binpêkirinên li ser destê hêzên wê li dijî şêniyên bajêr çêbûne, belge nekin.

Her wiha diyar kir ku Guterres li gel alozbûna krîza mirovî li Siweydayê, dest bi danûstandinan kiriye.

(şx)