Li Kobanê Festîvala Lêvegerandina Li Çanda Dayîkê hat lidarxistin

Bi beşdariya bi sedan jinên ji navçeya Qinê ya bajarê Kobanê “Festîvala Kobanê lêvegerandina li çanda dayîkê” hat lidarxistin. Jinan bi dehan cûreyên xwarinên ji çanda bajarê xwe pêşkêş kirin.

13 tebax, 2026   20:57
KOBANÊ

Bi pêşengiya Meclisa Kongra Star a navçeya Qinê ya bajarê Kobanê festîvala jinan a bi dirûşma “Festîvala Kobanê lêvegerandina li çanda dayîkê” hat lidarxistin.

Bi sedan jin bi cil û bergên xwe yên çandî û nûnerên sazî û rêxistinên li herêmê, li gundê Iwêne yê li rojavayê Kobanê kom bûn û bi rengekî hevpar festîvala xwarinên gelêrî birêve birin. Di festîvalê de li gel bi dehan cureyên xwarinên çanda Kobanê, pêşangeha berhemên destan a Weqfa Jina Azad jî hate pêşkêşkirin.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, li ser navê jinên ku xwarin amade kiribûn Naz Mihemed Elî axivî. Naz wiha got: “Armanca kombûna me ya îro ew e ku em li çanda xwe ya dayîkê vegerin. Her wiha bi salan e gelê Kurd rûbirûyî êrişên tunekirinê tê û di serî de çanda me tê hedefgirtin. Çanda me weke Kurd jî xwe dispêre ked, berhem û afirîneriyên jinan. Ji lew ra girîng e ku di vê pêvajoyê de em wekî jin û bi giştî civak bikarin çanda xwe zindî bikin û ji hemû cure pişaftinê biparêzin.

Endama Rêveber a  Kongra Star a navçeya Qinê, Suad Eldemir jî wiha got: “Êrişeke mezin li ser nasname, çand û destkeftiyên jinan heye. Ji bo vê jî bi wate ye ku em weke jin di her warî de resenî, ked û têkoşîna xwe nîşan bidin. Em ê bi rêya sekin, çalakî û hebûna xwe ji hemû hêz û kesên ku dibêjin êdî şoreşa jinan nema re bibin bersiv. Li vir ji festîvala lêvegera li çanda dayîkê em biryar û îsrara xwe nû dikin ku em ê meşa xwe ya azadiyê bê navber dewam bikin.

Paşê jinan xwarinên ku amade kiribûn wekî dolme, şorba dan, kufte, becanlî, çîk, kulîçe û hwd. bi rengekî rêkûpêk li mêvan û beşdarên festîvalê belav kirin. Her wiha ji Tevgera Hîlala Zêrîn komên govend û muzîkê jî hunera xwe pêşkêş kirin.

Di dawiyê de jî Kongra Star diyarî dan jinên ku xwarin amade kiribûn û peyama girîngiya parastina çanda xwe dan.

(ekîb)

ANHA