Li Rojhilat 9 welatiyên Kurd hatin destgîrkirin

Di nava 2 rojên derbasbûyî de 9 welatiyên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê hatin destgîrkirin.

Li Rojhilat 9 welatiyên Kurd hatin destgîrkirin
3 tîrmeh, 2025   15:57
NAVENDA ÛÇEYAN

Tora Mafên Mirov a Kurdistanê û Rêxistina Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê têkildarî pêla destgîrkirinê ya li Rojhilatê Kurdistanê agahiyên nû dan.

Li gorî agahiyên hatine parvekirin, di nava 2 rojên borî de 9 welatî, çalakvan û hunermendên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bêyî fermana dadgeran ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine destgîrkirin.

Di 1’ê Tîrmehê de 5 welatiyên Kurd ên bi navên Awat Elî Pur, Hejar Ebdullah Pur, Enwer Îbrahîm Zade, Simko Merufî û Îsmaîl Sanyar li bajarokê Bokanê hatine destgîrkirin. Hate zanîn ku Îsmaîl Sanyar û Simko Merufî girtiyên berê yên siyasî ne.

Her wiha welatiyek Kurd bi navê Fayeq Bastan (62) yê ji gundê Sofî Ple yê Merîwanê jî di encama serdegirtina mala wî de hate destgîrkirin.

Di heman rojê de hunermendê Kurd bi navê Nasih Mistefayî yê ji gundê Necê yê Sineyê piştî bangî navenda Îtlaatê hate kirin, hate destgîrkirin û aqûbeta wî ne diyar e.

Di 2’yê Tîrmehê de jî hêzên Îtaeletê bi ser mala çalakvanê Kurd Musa Umêdî ya li Îlamê de girt û destgîr kir. her wiha dest danîn ser kel û pelên şexsî yên Musa Umêdî.

Dîsa di heman rojê de nivîskar û derhênerê Kurd Elî Qebçaqşahî yê ji bajarokê Nexede yê Urmiyeyê, ji aliyê hêzên Îranê ve hat destgîrkirin û birin cihekî nediyar.