Li Hesekê Konfernasa Sîstema Hevserokatiyê hat lidarxistin

Kongra Star di Konferansa Sîstema Hevserokatiyê ya li Hesekê de diyar kir ku dewreyên perwerde ji bo hevserokan werin zêdekirin û ev sîstem li tevahî Sûriyeyê berfireh bibe.

Li Hesekê Konfernasa Sîstema Hevserokatiyê hat lidarxistin
Li Hesekê Konfernasa Sîstema Hevserokatiyê hat lidarxistin
Li Hesekê Konfernasa Sîstema Hevserokatiyê hat lidarxistin
Li Hesekê Konfernasa Sîstema Hevserokatiyê hat lidarxistin
Li Hesekê Konfernasa Sîstema Hevserokatiyê hat lidarxistin
Li Hesekê Konfernasa Sîstema Hevserokatiyê hat lidarxistin
Li Hesekê Konfernasa Sîstema Hevserokatiyê hat lidarxistin
Li Hesekê Konfernasa Sîstema Hevserokatiyê hat lidarxistin
Li Hesekê Konfernasa Sîstema Hevserokatiyê hat lidarxistin
3 tîrmeh, 2025   16:34
HESEKÊ

Di çarçoveya çalakiyên Kongra Star ên ji bo gotûbêjkirina sîstema hevserokatiyê û bi armanca avakirina pergala demokratîk û wekhev, îro Kongra Star konferansek teyabt a pergala Hevserokatiyê li Navneda Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li taxa Kebaba ya bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê li dar xist.

Sîstema Hevserokatiyê di tevgera azadiyê de wek têgîn cara yekem li Îmraliyê, di 20’ê Îlûna 2004’an de, bi riya Hevdîtinek li gel Rêber Abdulah Ocalan hate kirin ket rojevê. Şoreşa 19 ‘ê Tîrmehê ev sîstem esas girt û di hemû qadên jiyanê de pêk anî.

Di konferansê de 350 delege ji Hevserokên Meclis, Saziyên Civaka Sivîl, nûnerên partiyên siyasî û leşkerî  amade bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtin, perspektîfên Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) ên der barê girîngiya sîstema hevserokatiyê, sedem û pêwîstiya pêkanîna wê, ji aliyê endama Kordînasyona Kongra Star a bajarê Hesekê Ala Îbrahîm ve hatin xwendin.

‘EM Ê SIYASETÊ VEGERÎNIN SER RIYA RAST’

Berdevka Meclisa Jin a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Netewî Xemgîn rewşa siyasî nirxand û wiha anî ziman: "Ev Konferans pêşeroja civaka demokratîk û avakirina jiyanek wekhev e. Hêzên desthilatdar siyaset ji riya wê bi dûr xistine. Ev Konferans siyasetê vedgerîne li ser riya wê ya rast, ji ber ku siyaset a civaka Demokratîk e. Siyasetên dewleta Netewe ji bo şer her tev digerin, tu carî ji bo hevgirtina gelan, jiyana azad û parastina mafên pêkhateyan kar û xebat nekirine .Kilîta çaerseriya hemû kirîzan çaresrkirina pirsgirêka Kurdî ye, ji ber ku sîstemên netewe dewlet qebûl nake ku pêkhateyên din bi reng û dengê xwe, xwe bide nasîn û rola xwe bilîze. Ji bo wê jî em dikarin bêjin sîstema Hevserokatiyê sîstemek di riya wê de hemû pirsgirêk werin çareserkirin, lewma belavkirina vê sîstemê li tevahî Sûriyeyê gavekî girîng e ji bo parastina her pêkhate, ol, bawerî û mezheban.”

konferans bi nîqaşên li ser girîngiya pirojeya Hevserokatiyê hate kirin ku zemînek bi pêşengtiya jinan ji bo avakirina jiyanek komînal, azad û demokratîk e û pirojeya hevserokatiyê ji bo Sûriyeya nû wê çareserî û bersiva pêvajoyê be, bi dawî bû.

Beşdar di nîqaşên xwe de gihîştin van encamnameyan û wiha ne:

Dewreyên perwerde yên hevserokên di saziyan de werin zêdekirin.

Di saziyên Rêveberiya Xweser de ji bo şîrovekirina têgeha hevserokatiyê semînerên heftane werin dayîn.

Ev pergal were berfrihekirin ku li ser herêmên Sûriyeyê were belavkirin.

Girîngî ji bo mekanîzmayên misogeriya wekhevî û temsîlkirina wekhev di cihê biryardanê de were dayîn.

(fr)