Çeteyên ku bi zorê pere ji welatiyan distendin hatin girtin

Ekîbên HAT’ê şaneyek çeteyên DAIŞ’ê ku bi darê zorê pere ji welatiyan distandin û bûyerên kuştinê pêk anîne, girt.

Çeteyên ku bi zorê pere ji welatiyan distendin hatin girtin
3 tîrmeh, 2025   15:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê derbarê mijarê de li ser malpera xwe ya înternetê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Hêzên taybet (Hêzên Antî Terorê-HAT) ên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn 23’ê Hezîranê (Duşem), li rojhilatê Dêrezorê di operasyoneke taybet de şaneyeke girêdayî DAIŞ’ê girtiye.

Hat diyarkirin ku  piştî şopandinek berdewam zelal bûye ku vê şaneya DAIŞ’ê bi hinceta “zekatê” bi darê zorê pere ji welatiyan stendine, bûyerên kuştinê pêk anîne, lewma dijî wan operasyon hatiye destpêkirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku operasyon bi serkeftî pêk hatiye û endamên şandeyê bi tevahî hatine girtin, lê hejmara wan nehat dayîn. Di operasyonê de gelek çek, teqemenî û dronên ku ji bo êrişan hatine bikaranîn hatin desteserkirin.

(a)

ANHA