Li Rojava meşên şermezarkirina 15’ê Sibatê destpê kirin

Bi minasebeta 27’emîn salvegera 15’ê Sibatê ku ji aliyê Tevgera Azadiyê ve weke “Roja Reş” hatiye îlankirin, li 8 navendên Rojavayê Kurdistanê meşên şermezarkirinê destpê kirin.

Li Rojava meşên şermezarkirina 15’ê Sibatê destpê kirin
Li Rojava meşên şermezarkirina 15’ê Sibatê destpê kirin
Li Rojava meşên şermezarkirina 15’ê Sibatê destpê kirin
Li Rojava meşên şermezarkirina 15’ê Sibatê destpê kirin
Li Rojava meşên şermezarkirina 15’ê Sibatê destpê kirin
Li Rojava meşên şermezarkirina 15’ê Sibatê destpê kirin
Li Rojava meşên şermezarkirina 15’ê Sibatê destpê kirin
Li Rojava meşên şermezarkirina 15’ê Sibatê destpê kirin
Li Rojava meşên şermezarkirina 15’ê Sibatê destpê kirin
15 sibat, 2026   11:49
NAVENDA NÛÇEYAN

27`emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15`ê Sibatê ku sala 1999’an li dijî Rêber Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, li Rojavayê Kurdistanê jî li 9 navendan bi meş û mitîngan tê şermezarkirin. 

Çalakiyên ku bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadiya fizikî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” tên lidarxistin de, li bajarên Dirbêsiyê, Til Temir, Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa, Tirbespiyê, Qamişlo û Amûdê dest pê kirin.

Di meşên ku berdewam dikin de, dirûşmeyên şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê, diruşmeyên dilsoziya bi Rêber Abdullah Ocalan re tên berzkirin, her wiha pankartên ku êrişên li ser Rojava wekî komploya 15’ê Sibatê binav dikin hatine hildan û diruşmeyên berxwedanê tên berzkirin.

Li bajarê Hesekê jî wê meş saet 12.00’an destpê bike.

(ekip)

ANHA