Li Reqayê têkildarî hişbirê panel

Meclisa Jinan a Sûriyeyê ya kantona Reqayê li ser rola ragihandinê û civakê di têkoşîna dijî hişbirê de panelek li dar xist.

Li Reqayê têkildarî hişbirê panel
Li Reqayê têkildarî hişbirê panel
Li Reqayê têkildarî hişbirê panel
Li Reqayê têkildarî hişbirê panel
Li Reqayê têkildarî hişbirê panel
Li Reqayê têkildarî hişbirê panel
Li Reqayê têkildarî hişbirê panel
Li Reqayê têkildarî hişbirê panel
Li Reqayê têkildarî hişbirê panel
Li Reqayê têkildarî hişbirê panel
Li Reqayê têkildarî hişbirê panel
10 tebax 2024   19:23
REQA

Bi sernavê ˊEm ji hişbirê bihêztir inˊ Meclisa Jinan a Sûriyeyê ya kantona Reqayê li hola El Bistan a Reqayê panelek da. Di panelê de nûnerên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, navenda çandê, Yekitiya Rewşenbîran, Partiya Sûriya Pêşerojê, Rêxistinên Civaka Demokratîk, Desteya Kar û Barên Olî û Meclisa Kesk a Idlibê beşdar bûn.

Endama rêveber a Komîteya Têkiliyan a Meclisa Jinan a Sûriyeyê Suhêr El Sinoh bixêrhatina beşdaran kir û got: "Mixabin Sûriyeyê bi destê destwerdêran veguherî navenda bikarhêner û bazirganên hişbirê. Tevî wê jî em wek sûriyeyî û jinên Sûriyeyê roleke aktîf di parastina herêmê de li hemberî vê nexweşiyê dilîzin."

Dûre kurtefîlmek li ser jiyana mirovên hişbirê dibin û xeteriya wê li ser mirovan hat pêşkêşkirin.

Dr.Ebdulfetah El Himêdî mijara yekemîn a li ser xeteriya vê nexweşiyê li ser tenduristiya mirovan bi rê ve bir û got: "Ev nexweşî bandoreke neyênî li ser tenduristî û ewlehiya civakê çêdike. Gefan li jiyana bikarhêner, dixwe, dibe sedema mirina hêdî û digihîne xwekuştinê. Ji lew re divê em fikir û hişyariyê di nava civaka xwe de belav bikin."

Çalakgera jin Coliya Kurdo mijara duyemîn a li ser ˊêşên jinên Sûriyeyîˊ bi rê ve bir û got: "Di dirêjahiya krîza Sûriyeyê de ji bilî êşan jina Sûriyeyî tu tiştekî din bi dest nexistin. Ji koçberiyê bigire, heta bi rewşa aborî. Ji wê zêdetir jî rewşa nezaniyê, tundiya li dijî jinan ji hêla rejîm û tevgerên terorîst ve zêde bûn. Ji lew re em vê pirsgirêka ku îro li tevahî herêmê ji ber şer û hin destwerdanên derve belav bûne, nîqaş dikin."

Dûre beşdaran nîqaş kir. endama rêveber a Meclisa Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Debîbe El Nasir axivî û got: "Divê em gelek çalakiyan ji bo şîrovekirina nexweşiya hişbirê li dar bixin."

Hevseroka rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Reqayê Newroz Muslim got: "Rewşa siyasî li pêş têkoşîna li dijî nexweşiya hişbirê dibe bend. Her wiha girtina deriyên bi ser sînor ve ku di encamê de derman derbas nabin, pirsgirêkeke mezin e."

Di dawiyê de encamnameyek hat dayîn. Endama rêveber a Nivîsgeha Ragihandinê ya Meclisa Jinan a Sûriyeyê Medya Mudewer encamname xwend û wiha ye:

Bang li rêxistinên civaka sivîl û bijîşkan were kirin ku navendên dermankirina zarokan vekin, girîngiyê bidin exlaq, ol, hişyariya malbatê, beşa ciwanan û belavkirina broşorên li ser hişyarkirina xeteriyên hişbirê, lidarxistina însiyatîfên çandî û hevbeş ji sazî û rêxistinan ve ku vê nexweşiyê sînordar bikin, her wiha navendek ji bo dermankirina bikarhênerên hişbirê were vekirin, hemleyên hişyariyê li dibistanan bên lidarxistin.

(fr)

ANHA