Li Dêrazorê di 72 saetan de çi qewimî?

Di 72 saetên borî de, di şeva sêşem-çarşemê de hêzên hikumeta Şamê û Dîfa El Wetenî yên girêdayî Şamê li dijî 12 bajarok û gundewarên rojhilat ên kantona Dêrazorê êriş pêk anîn, ew bajarok û gund topbaran kirin. Gelo li wir çi qewimî?

Li Dêrazorê di 72 saetan de çi qewimî?
10 tebax 2024   03:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Di şeva sêşem-çarşemê de hêzên hikumeta Şamê û Dîfa El Wetenî yên girêdayî Şamê ji baregehên xwe yên li gundewarên Meyadîn, Bûkemal û herêma Eşare bi çekên giran bajarokên gundewarên rojhilat ên kantona Dêrazorê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê topbaran kirin.

Derdora bajarokê Zîban, Şihêl, Teyane, Dernec, Ebû Herdob, Ebû Hemam, Letwa û Xeranîc ên rojhilatê kantonê hatin topbarankirin. Li hember wê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) tedbîrên xwe girtibûn.

Çavkaniyên xwecih ji herêmên hikumeta Şamê da zanîn ku hemwextî topbaranê, komên hêzên hikumeta Şamê û Dîfa El Wetenî li ser biryara serokê "Istixbarata Giştî" Husam Lûqa ji nuqteyên xwe yên gundên Beqres Foqanî, Beqres Tehtanî, Qoriye û Sibîxan hewl da bi keştiyan bikevin herêmên Rêveberiya Xweser.

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê ragihandibû ku di şeva sêşem-çarşemê de di encama topbarana ketober de 2 welatî şehîd bûn û 7 din ji nav wan 2 zarok, birîndar bûn.

Li hember wê, hêzên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê hewldana derbasbûnê têk bir û di encamê de di navbera herdu aliyan de şer derket. Şer û êriş li bajarokên Ebrîha û derdora Bisêra, Zîban, Şihêl, Teyane, Ebû Herdob, Ebû Hemam, Letwa û Geranîc bû.

Şer 4 saetan dom kir, piştre QSD'ê hewldan bi temamî têk bir û 8 êrişkerên Dîfa Wetenî kuştin. Ji wan cenazeyên 3 kuştiyan ketin destê QSD'ê. Her wiha 16 jî birîndar bûn û yên din ber bi herêmên xwe ve reviyan.

Danê nîvroj ê heman rojê hêzên hikumeta Şamê û Dîfa El Wetenî stasyona avê ya El Omer a li rojhilatê taxa Letwa û stasyona avê ya Ebû Hemam a ku avê ji 4 hezar malbatan re peyda dike, topbaran kirin. Di encamê de herdu stasyon ji xizmetê derketin.

Piştî aramiyeke demkî û destpêkirina operasyoneke paqijkirinê û lêgerîna li êrişkaran ji hêla QSDˊê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve careke din şeva pêncşem û înê Dîfa El Wetenî êriş kir.

Di wê şevê de bajarokê Ebrîha, Sebhe û gundê Dehle yên li rojhilatê Dêrazorê hatin hedefgirtin, di encamê de zirarên madî çêbûn.

Li hember vê topbaranê QSD'ê jêderên topbaranê yên Dîfa El Wetenî hedef girtin.

Sibeha roja înê hêzên hikumeta Şamê û Dîfa El Wetenî gundê El Bûlêl, Cidêdit Begara û Dehle yên rojavayê çemê Firatê topbaran kirin.

Di wê topbaranê de 2 komkujî li Dehle û Cidêdit Begara pêk hatin. Di encamê de 11 sivîl şehîd bûn û 5 din birîndar bûn.

Di merasîma veşartina şehîdan de jî hêzên hikumeta Şamê goristana Dehle topbaran kir. Di encamê de şênî neçar man ku bi awayekî lezgîn şehîdan veşêrin.

Hîn jî qedexeya çûn û hatinê ya ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Dêrazorê pêk ragihandibû didome. Hemwextî wê QSD'ê xebatên şopandin, lêgerîn û lêpirsînê li herêmê didomîne.

Bîlançoya êriş û topbarana hêzên hikumeta Şamê û Dîfa El Wetenî li dijî gundewarê Dêrazorê di 72 saetên borî de wiha ye: 13 sivîl şehîd bûn, ji wan zarok hene. 12 jî birîndar bûn. 2 stasyonên avê ji xizmetê derketin û zirarekî madî bi mal û milkên welatiyan bû.

Li gorî belgeyên nexweşxaneyan û li gorî dema şehîdbûna wan, navên şehîdan wiha ne:

Îmad Celal El Hetab, Heysem Yûsif Îd, Îsmaîl El Ebûd (12), Nadye Xidir El Mihemed (18), Hind Ferhan El Ebûd (30), Aye Îsmaîl El Ebûd (8), Nadîn Tilêc El Ubêd (22), Yas Yasîn El Zeir (37), Mariya Yasîn El Zeir (12), Selwa Yasir El Zeir (5), Rexed Mihemed El Zixîr (22), Şam Beşar El Zixîr (4 meh) û Îlaf Beşar El Zixîr (salek û nîv).

Navên birîndaran jî wiha ne:

Emar El Yasir (17), Ehmed El Xelîl El Mihemed (9), Elî Hesen El Damin (12), Melek Ebûd El Husên (25), Sûriye El Ebûd (50), Fehid Îsmaîl El Ebûd (15) û Melek Îsmaîl El Ebûd (6).

Di aliyên civakî û siyasî de eşîr û gel bertekên xwe yên şermezarkirinê nîşan dan, bi taybet eşîrên Ereb ên gundewarê Dêrazorê.

(mh)

ANHA