Şehîd Sair El Muecel li Dêrazorê hat oxirkirin

Xelkê kantona Dêrazorê cenazeyê şervanê QSDˊê şehîd Sair El Muecel oxir kir û got ew ê li dijî her kesên hewl bide derbeyê li mozaîka civakî bide, bisekinin.

Şehîd Sair El Muecel li Dêrazorê hat oxirkirin
Şehîd Sair El Muecel li Dêrazorê hat oxirkirin
Şehîd Sair El Muecel li Dêrazorê hat oxirkirin
Şehîd Sair El Muecel li Dêrazorê hat oxirkirin
Şehîd Sair El Muecel li Dêrazorê hat oxirkirin
Şehîd Sair El Muecel li Dêrazorê hat oxirkirin
Şehîd Sair El Muecel li Dêrazorê hat oxirkirin
Şehîd Sair El Muecel li Dêrazorê hat oxirkirin
10 tebax 2024   17:38
DÊRAZOR

Xelkê kantona Dêrazorê, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan û nûnerên saziyên sivîl û leşkerî li bajarokê Ebû Xeşeb ê kantonê cenzayê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Sair El Muecel oxir kir. Şervan Sair El Muecel di şeva sêşem-çarşemê de di bersivdana êrişên komên Dîfa El Wetenî û komên din ên hêzên hikumeta Şamê li dijî gund û bajarokê kantona Dêrazorê de şehîd bû.

Di merasîmê de endama rêveber a Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Dêrazorê Zehre El Taya axivî û got: "Em bejna xwe li hember giyanên şehîdên di oxira parastina vî xakî de canê xwe daye, ditewînin."

Zehra wiha domand: "Em ji vî cihî pîroz soz didin şehîdên xwe ku heta serkeftin li ser şopa wan bin."

Li aliyekî din jî rûspiyê eşîra El Ubêdat, şêx Ziyab El Cêlat axivî û got: "Êrişên hovane yên komên Dîfa El Wetenî û komên din ên girêdayî hêzên hikumeta Şamê li dijî xelkê Dêrazorê bi armanca derxistina fitneya eşîrtî ye. Wê yekê bi navên eşîrên lihevkirin bi Tirkiyeyê re kirine, pêk tînin. Em teqez dikin ku ev êriş îsrara me ya dewama proja neteweya demokratîk têk nabe."

El Cêlat wiha domand: "Xelkê Dêrazorê û eşîrên wê dê li dora rêveberiya xwe ya xweser û QSDˊê bin û van êrişan şermezar dikin."

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

(fr)