Li Hecînê konê sersaxiyê bo şehîdên komkujiyê

Ji bo şehîdên êrişên koma Dîfa El Wetenî û komên din ên girêdayî hikumeta Şamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrazorê li bajarê Hecînê konê sersaxiyê veda.

Li Hecînê konê sersaxiyê bo şehîdên komkujiyê
Li Hecînê konê sersaxiyê bo şehîdên komkujiyê
Li Hecînê konê sersaxiyê bo şehîdên komkujiyê
Li Hecînê konê sersaxiyê bo şehîdên komkujiyê
Li Hecînê konê sersaxiyê bo şehîdên komkujiyê
Li Hecînê konê sersaxiyê bo şehîdên komkujiyê
Li Hecînê konê sersaxiyê bo şehîdên komkujiyê
10 tebax 2024   18:45
DÊRAZOR

Vê sibehê bi dehan xelk û endamên saziyên sivîl, siyasî û leşkerî berê xwe da konê sersaxiyê yê ku Meclisa Malbatên Şehîdan li Hecînê vedaye.

Di merasîmê de li ser navê şêx û rûspiyên eşîran û Meclisa Herêma Rojhilat Selah El Selman axivî û got: "Ji bin vê konê em silav û hezkirinê xwe ji giyanên welatiyên di êrişên ketober de şehîd bûne dişînin. Ji vî cihî, em ji xelkê Dêrazorê û xelkê xwe yê gundê Dehle taybet re dibêjin em bi wan re wefedar in, em ê bi hemû derfetên xwe piştgiriya wan bikin, êşên me yek e."

Dûre serokê Partiya Sûriya Pêşerojê ya gundewarê kantona rojhilatê Dêrazorê Yehya El Elî axivî û got: "Tiştê ku koma Dîfa El Wetenî û komên din ên girêdayî hikumeta Şamê pêk tînin bi armanca têkbirina îstîqrariyê û çalakkirina terorê ye. Me di berbanga roja înê de dît ku sivîlên gundê Dehle hatin hedefgirtin."

Li ser navê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hecînê Xebat El Şiêtî soz da û got: "Xelkê me yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em ê bersiva êrişên komên girêdayî hêzên hikumeta Şamê bidin. Me QSDˊê, di rojên borî û salên borî de li ber xwe da û em ê wisa bimînin. Em ê ji bo parastina herêmê û peydakirina îstîqrar û ewlehiyê amade bin. Em ji komên çekdar ên hikumeta Şamê re teqez dikin ku dê di rojên bê de bersiv tune û biêş be, çawa ku xelkê me êşandin."

(fr)

ANHA