Li Reqayê piştgiriya koçberan dewam dike

Li kantona Reqayê destpêşxeriyên gel ên mirovî ji bo piştgiriya koçberên kantona Efrînê û Şehbayê berdewam dikin.

Li Reqayê piştgiriya koçberan dewam dike
Li Reqayê piştgiriya koçberan dewam dike
Li Reqayê piştgiriya koçberan dewam dike
Li Reqayê piştgiriya koçberan dewam dike
Li Reqayê piştgiriya koçberan dewam dike
Li Reqayê piştgiriya koçberan dewam dike
Li Reqayê piştgiriya koçberan dewam dike
Li Reqayê piştgiriya koçberan dewam dike
11 kanûn, 2024   07:40
REQA

Li kantona Reqayê ji bo piştgiriya koçberên kantona Efrînê û Şehbayê gelek destpêşxeriyên gel dest pê kir.

Xalid El Cedû yek ji berpirsên piştgiriyên êla Elbûreceb e, der barê destpêşxeriya wan de ji ajansa me re axivî û wiha got: "Însiyatîfa me destpêşxeriyeke lezgîn e, şêniyên Reqayê û gundewarên wê yên ji êla Ebûreceb pê rabûne, ji bo berhevkirina pêdiviyên mîna xwarinê, betanî û dermanan. Ev alîkarî tenê ji aliyê xelkê ve tê dayîn, ji ber ku me berê ezmûnên wiha dîtine. "

El Cedû her wiha got şêniyên gundê Elbûreceb dê di rojên pêş de ard bikirin, nan ji bo şêniyên Efrîn û Şehbayê yên ku bi darê zorê ji malên xwe koçber bûne, peyda bikin.

El Cedû wiha dewam kir: "Xelkê Heleb û Şehbayê xelkê me ye û malên me malên wan in, ew birayên me ne û heta ku ji destê me tê em ê destê alîkariyê dirêjî wan bikin, ji ber ku pêwîstiya wan bi piştevaniyê heye. "

El Cedû got şêniyên gundê Ebû Qubêy ê Reqayê gelek malên xwe ji bo koçberan vekirin.

Her wiha şêniyên gundên El Salhiya û Elrejm El Ebyad ên Reqayê jî malên xwe ji bo pêşwazîkirina koçberan vekirin.

Di vê çarçoveyê de şêniyên gundê Kasra Efnan ê kantona Reqayê piştgirî da 14 malbatên ku bi darê zorê ji kantona Efrîn û Şehbayê koçber bûne û hemû pêdiviyên pêwîst ji wan re peyda kirin.

Şêniyan der barê mijarê wiha got: "Me li gundê Kesra Efnan pêşwazî li xelkên ku bi darê zorê ji cih û warên xwe hatin koçberkirin kir, ji wan re alîkariya xwarin, cil û berg, doşek û betaniyan pêşkêş kir, ji ber ku em hemû welatiyên Sûryeyê ne û yek gel in û ti cudahî di navbera me de nîn e. "

Welatiya bi navê Esmahan Mihemed Cemîl ku ji Efrînê koçber bûye û li dibistana Kesra Efnan bi cih bûye, got: “Em ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve bi darê zorê ji malên xwe hatin koçberkirin û ev cara sêyemîn e ku em ji herêmên xwe ber bi herêmên ewle ve koçber dibin."

(K)

ANHA