‘Hevgirtina gel pêkanîna felsefeya neteweya demokratîk e’

Hevgirtina gel a ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê dîtin, mînakeke berbiçav a felsefeya neteweya demokratîk e. Ev hevgirtin peyamek e ji bo cîhanê ku gelên yekgirtî dikarin zehmetiyan derbas bikin û aramî û azadiyê li herêmê pêk bînin.

‘Hevgirtina gel pêkanîna felsefeya neteweya demokratîk e’
11 kanûn, 2024   05:10
HESEKÊ
DIYAR EHMED - AMER EZAWÎ

Tevî şert û mercên zehmet ên herêmê û êrişên berdewam ên dewleta Tirk a dagirker û koçberkirina xelkên Efrîn û Şehbayê, lê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevgirtina gel berz bû, şêniyên herêmê bi pêkhateyên xwe modela jiyana hevbeş û hevkariya mirovî nîşan da.

Feyad El Hesanî, ji pêkhateya Ereb a bajarê Hesekê yê kantona Cezîrê ye. Hesanî diyar kir ku hevgirtina di navbera pêkhateyan de di dema piştgiriya koçberên Efrîn û Şehbayê de diyar bû.

Her wiha El Hesanî got: "Hevkariya ku me di navbera şêniyên herêmê de dît, nîşan dide ku ew ji ramana Rêber Abdullah Ocalan û felsefeya neteweya demokratîk ye, ji ber ku girîngiya yekitî û berxwedanê pir diyar bû. "

El Hesanî diyar kir ku hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amade ne çek hilgirin û herêmê biparêzin.

‘NETEWEYA DEMOKRATÎK KEŞTIYA EWLEHIYÊ YE’

Îmad Teteryan ji pêkhateya Ermen e û banga hevgirtina pêkhateyan kir û destnîşan kir ku felsefeya neteweya demokratîk ji bo gelên herêmê mîna keştiya ewlehiyê ye.

Teteryan wiha dewam kir: "Fikra Rêber Abdullah Ocalan bingehek ji bo jiyaneke bi rumet û jiyana hevpar ava kir. "

‘HEVGIRTIN RÊYA BIDESTXISTINA SERKEFTINÊ YE’

Ebdulhemîd Îsa ji pêkhateya Kurd a bajarê Hesekê ye û da xuyakirin ku hevgirtina gel a ku di dema pêşwazîkirina koçberan de diyar bûye, nîşana girêdana gelan a bi felsefeya neteweya demokratîk ve ye.

Îsa her wiha got: "Ev hevgirtin û hevkarî rêya bidestxistina serkeftinê û parastina herêmê ye.”

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Til Birakê yê kantona Cizîrê Weed Elêwî destnîşan kir ku pêşwazîkirina şêniyên herêmê a malbatên ku bi darê zorê hatine koçberkirin, nirxên mirovî yên ramanên Rêber Abdullah Ocalan nîşan dide.

Endama Kongreya Star a bajarê Til Birakê Ezraa El Hisên jî got felsefeya Rêber Abdullah Ocalan di pêşwazîkirina koçberan de diyar bû û wiha lê zêde kir: “Ev nêzîkatiya mirovî girêdana gel bi fikra neteweya demokratîk û pêkanîna wê ya pratîk nîşan dide.”

(k)

ANHA

TIL BIRAK

HESEKÊ