Şêniyên Şedadê û Holê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk yek rêz in

Şêniyên bajarên Holê û Şedadê yên girêdayî kantona Cizîrê hevgiriya xwe li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û girêdana xwe ya bi nirx û ramanên Rêber Abdullah Ocalan re anîn ziman. Şêniyan banga yekîtiyî û hevgirtina hemû pêkhateyan kirin.

Şêniyên Şedadê û Holê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk yek rêz in
11 kanûn, 2024   03:10
HESEKÊ
XIDIR FEYAD - ELÎ EL SULTAN

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin, ku li dijî gel komkujiyan pêk tînin, mîna komkujiya Eyn Îsayê ku 12 kes piraniya wan zarok û jin bûn, jiyana xwe ji dest dan.

Der barê mijarê şêniyên bajarê Şedadê yê girêdayî kantona Cizîrê yekîtî û hevgiriya xwe ya li hember van êrişan anîn ziman û soza parastina herêmên xwe dan.

Hevgirtin pêkhateyan

Şêniya bi navê Manal El Hisên bal kişand ser girîngiya yekîtî û yekrêziya di navbera hemû pêkhateyên herêmê de û wiha got: "Em weke gelên herêma başûr bi hevgirtina hemû pêkhateyên Ereb, Kurd û Suryanan li ber xwe didin, ji ber ku herêmên me bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan hatin rizgarkirin. "

Biryardariya berxwedana li dijî dagirkeriya Tirk

Fadil El Ehmed li ser armancên dagirkeriya Tirk ên têkbirina ewlekarî û aramiya herêmê axivî û got: "Gelê me bi hesreta azadiyê ye û baweriya wî bi serkeftinê heye, armanca me têkbirina terorê ye. Em lehengên berxwedanê yên ku di dîrokê de hatine nivîsandin ji bîr nakin. "

Girêdana bi ramana netewa demokratîk ve

Şêniyê bi navê Yasir El Ebas jî der barê mijarê wiha got: "Em weke gel bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, li hemberî êrişên dewleta Tirk ya dagirker ên li ser herêmên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber xwe didin. Em pala xwe didin netewa demokratîk û jiyana hevbeş a di navbera hemû pêkhate û gelan de. "

Neteweya demokratîk rêya xweparastina li hemberî êrişan e

Welatiyê bi navê Xalid Mihemed El Ebdo yê ji bajarê Holê bal kişand ser girîngiya yekitiya di navbera hemû pêkhateyên herêmê de.

El Ebdo di berdewamiya axaftina xwe diyar kir ku ew êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê napejirînin, her wih bal kişand ser girîngiya xwedîderketina li projeya neteweya demokratîk û ramana Rêber Abdullah Ocalan ji bo hemû gel bi hev re bi zadî û rumet bijîn.

Şêniya bi navê Zerîfe El Mihemed jî bal kişand ser hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û wiha got: " Rêya parastina herêmên me ji êrişên dagirkeriya Tirk, fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û projeya netewa demokratîk e. "

Biyardariya berxwedanê û jiyana hevbeş

Şêniyên bajarokên Şedadê û Holê girêdana xwe bi projeya netewa demokratîk û fikrê Rêberê Abdullah Ocalan ve anîn ziman û banga yekitiya pêkhateyan li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û planên wê kirin.

(k)

ANHA

HOL

ŞEDADÊ