Hêzên hikumetê veguhêz Siwêda topbaran kir, welatiyek mir

Di topbarana hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ya li dijî taxên Siwêdayê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da.

Hêzên hikumetê veguhêz Siwêda topbaran kir, welatiyek mir
1 kanûn, 2025   22:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ji bajarê Siwêdayê da zanîn ku di topbarana hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ya li dijî taxên bajêr de, topek li taxeke rojavayê bajêr ket, bi wê re welatiyekî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên destpêkê,  ji ber topbaranê welatî Wîsam Semûr birîndar bû û jiyana xwe ji dest da, zirarên madî jî çêbûn.

Ev di demekê de ye ku hêzên hikumeta veguhêz û çekdarên girêdayî wan, binpêkirina agirbestê li Siwêdyaê didomînin. Li hemberî van sûcan di nav welatiyan de tirsa têkbirina agirbestê bi temamî, zêde dibe.

(mh/fr)