Li Reqayê êrişî bijîşkekê hat kirin: Çalakiya protestoyî hat lidarxistin

Li Reqayê bi dehan bijîşk û xebatkarên qada tenduristiyê li dijî êrişa li ser bijîşekê çalakiyek li dar xist.

Li Reqayê êrişî bijîşkekê hat kirin: Çalakiya protestoyî hat lidarxistin
19 tîrmeh, 2026   21:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Reqayê bi dehan bijîşk û xebatkarên qada tenduristiyê ji bo şermezarkirina binpêkirinên domdar ên li ser xebatkarên tenduristiyê û ji bo piştgiriya bijîşka ku li Nexweşxaneya Wetenî êrişê wê hatibû kirin, çalakiyek li dar xist.

Di çalakiyê de pankartên redkirina kampanyayên teşhîkirin û tawanên li dijî xebatkarên tenduristiyê hatin vekirin.  Her wiha banga peydakirina parastina qanûnî ya xebatkaran, hesabpirsîna ji êrişkaran û dabînkirina xizmetên tenduristiyê hatin kirin.

Çalakî li dijî êrişa li ser bijîşkê di hundirê nexweşxaneyê de pêk hat. Êriş piştî nîqaşekê bi kesekî re ku tohmetên siyasî li dijî wê kiribûn derket.

Êrişkar hat destgîrkirin.

(bb)