Li Reqayê çandin û berhema zeytûnan zêde dibe

Çandina darên zeytûnan û berhemên wê ya li kantona Reqayê di deh salên dawî de pir zêde bûye . Meclîsa Çandinî û Aboriyê hewil dide vê çandiniyê pêş bixe.

Li Reqayê çandin û berhema zeytûnan zêde dibe
Li Reqayê çandin û berhema zeytûnan zêde dibe
Li Reqayê çandin û berhema zeytûnan zêde dibe
Li Reqayê çandin û berhema zeytûnan zêde dibe
Li Reqayê çandin û berhema zeytûnan zêde dibe
Li Reqayê çandin û berhema zeytûnan zêde dibe
Li Reqayê çandin û berhema zeytûnan zêde dibe
29 cotmeh, 2024   09:18
REQA
MEZGÎN BOZAN

kantona Reqayê bi berhemên xwe yên stratejîk ên wekî pembo, genim û ceh navdar e. Di dehsalên borî de, li kantonê çandiniya darên bi berhem jî zêde bûye.

Darên zeytûnan yek ji darên bi berhem ên herî zêde têne çandin, ji ber ku ax û avhewaya herêmê ji bo vê cureyê daran guncaw e. Çandiniya darên zeytûnan li kantona Reqayê çandiniyeke nû ye, temenê wê nêzî 50 sal e. Piştî avakirina bendava Firatê li Tebqayê, gelek projeyên avdanê hatine destpêkirin. Li gora amarên herî dawî yên Rêveberiya Çandinî û Avdaniyê ya Reqayê, hejmara darên zeytûnan li herêmê gihîştiye milyonekî.

Ji ber hilberîna zêde ya zet û libên zeytûnan, hibirîna zeytûnan bûye yek ji hilbirînên girîng li kantona Reqayê. Li gorî cotkaran, hilberîna xwecihî ya zeytûn û zeytê bi giştî têra herêmê dike, û ji her 6 kîlo libên zeytûnan kîloyek zeyt tê hilbirîn.

Cotkarê bi navê Mihemed Salih ku li bajarokê El Cedeydat  gundewarê rojhilatê Reqayê zeytûnan diçîne, der barê mijarê de wiha got: “Çandina darên zeytûnan li Reqayê çandiniyeke kevnar e, lê tenê li hin bexçeyan û malan dihate çandin."

Di bexçeyê Salih de 35 darên zeytûnan ku temenê wan nêzîkî 10 salan e, hene.

Salih diyar kir ku îsal demsala zeytûnan baş e, lê gelek caran nexweşiyên demsalî bi zeviyan dikevin û ji bo kêmkirina nexweşiyan divê dermanên pêwîst bên peydakirin û di demên wê de bêne reşandin.

Rêveberê Navenda Pêşîlêgirtina Nexweşiyan a Rêveberiya Çandinî û Avdaniyê ya kantona Reqayê Hemûd El Xelef ji ajansa me re wiha got: “Di salên dawî de me dît ku cotkar guh didin çandina darên zeytûnan û cureyên nû yên ji derve tên, wek “Arabkana” ku niha di pêvjoya nirxandin û çavdêriyê de ye."

El Xelef diyar kir ku: "Di salên borî de, me çend nexweşiyên ku bandorê li darên zeytûnan dikin mîna "Sila Zeytûnan" û rizîna zeytûnan dîtin. Ev nexweşiya demsalî li seranserê cîhanê wekî Spanya, Tûnis, û Lubnan derdikevin. Her wiha hin nexweşiyên giran wekî "Mirina Zû" û "Aksela jî hene ku bandorê li darên zeytûnan dikin ".

Li kantona Reqayê, 6 kargehên guvaştina zeytûnan hene, li gundewarê kantonê belav in, hin ji wan taybet in û hin ji wan yên girêdayî Meclisa Aborî û Çandiniyê ya kantona Reqayê ne.

PLANÊN PIŞTGIRIYA ÇANDINIYA ZEYTÛNAN

Der barê planên piştgiriya çandiniya darên zeytûnan de El Xelef got: "Planên me yên ji bo piştgiriya çandiniya zeytûnan, mîna avakirina baxçeyek taybet ji bo şitlên darên zeytûnan hene. Her wiha em ji bo peydakirina cureyên ji bo herêmên me guncaw in, lêkolînên xwe dewam. Em hewl didin ku hejmara şitlên darên zeytûnan li baxçeyê zêde bikin da ku şitlên bê nexweşî biçînin.”

El Xelef bang li cotkaran kir ku ji bo çinîna zeytûnan beriya dema wê lez nekin, ji ber ev  yek bandoreke neyênî li kalîteya zeytê dike, her wiha got ku pêwîste zeytûn piştî çinînê bo demeke dirêj neyê hilanîn, ji ber ku ev hilanîna demdirêj dikare bibe sedema derketina maddeyên jehrîn û zeyta wê jî nebaş dibe.

(k)

ANHA