Rojnameyên erebî: Ewropa ji vegera Trump bi fikar e

Dan û standinên agirbestê yên di navbera Îsraîl û Hemasê de, bandora  vegera Donald Trump li ser Ewropayê û bersivandina Îranê ya li ser êrişa Îsraîlê, rojeva rojnameyên erebî ye.

Rojnameyên erebî: Ewropa ji vegera Trump bi fikar e
29 cotmeh, 2024   09:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat  der barê dan û standinên agirbestê li Xezayê de nûçeyek bi sernavê "Agirbesta li Xezayê: Toreke dan û standinan bi dawî bû, wê yek din bi beşdariya Hemasê di demeke nêzî de pêk were " weşand. Rojnameyê ku agahiyên xwe ji çavkaniyên tevgera Hemasê wergirtine, aşkera kir ku tevgerê helwesta xwe ji pêşniyarên agirbestê diyar kirin û ji Misir û Qeterê re gotiye,  ew ê ji bo rawestandina şer bi temamî û vekişîna Îsraîl ji Xezayê ji berê nermtir be".

Li gorî rojnameyê, serokê şandeya Îsraîlê ya ji bo dan û standinan, David Barnea dema ji Dohayê vegeriya gotiye: "Li ser berdewamkirina dan û standinên agirbestê li Xezayê di çend rojên bê de lihevkirin heye. Hemas û her sê navbeynkar; Misir, Qeter û DYA`yê jî wê tevahî alî beşdar bibin."

ˈEWROPA JI VEGERA TRUMP BI FIKAR Eˈ

Rojnameya El Exbar a Lubnanê diyar kir ku ewropî ji vegera serdema serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump bi fikar in.

Rojnameyê da zanîn ku rayedarên Yekitiya Ewropayê xwe digihînin tevahî paytextên li parzemînê da ku encamên muhtemel ên serketina Trump nîqaş bikin û senaryoyên cuda li hember siyaseta rêveberiya nû ya Amerîkayê bi serkêşiya komarparêzan deynin.

Rojnameyê destnîşan kir ku rojnameyên brîtanî û fransî aşkera kirin ku "tevahî paytextên Ewropayê bi awayekî cidî li vê mijarê dinêrin" û "li hember vê ihtîmalê teqezî bi dîtina planan dikin."

ˈIHTÎMALÊN BERSIVANDINA NÛ YA ÎRANÊ LI SER ÊRIŞA ÎSRAÎLÊˈ

Malpera El Hura behsa ihtîmalên bersiva Îranê ya li ser êrişên Îsraîlê kir. Rojnameyê ku cih daye nirxandinên gelek nivîskar û analîzvanên siyasî diyar kir ku "Îran, bersiva êrişa li ser qonslosxaneya xwe ya li Sûriyeyê û kuştina serokê nivîsgeha siyasî ya tevgera Hemasê Îsmaîl Heniye da, lewra derbeya Îsraîlê ya dawîn, êriş e".

Li gorî maplerê, heman çavkaniyan gotine "Îran wê serî li hevalbendên xwe yên li herêmê nede, Îsraîlê li hember wê vekirî ye. Di derbeya dawîn de zêdetirî 90 moşekên Îranê gihaştin armacên xwe." Hate gotin, der barê xwezaya bersivandina Îranê de texmîn hene ku sîbranî yan bi moşekan yan bi rêbazên din be.

(şx/bb)