Li Reqayê DAIŞ′iyek ji aliyê QSD′ê ve hat girtin

Li gundewarê Reqayê çeteyekî DAIŞ′ê ji aliyê Yekîneyên Antî-Teror yên QSD′ê ve hat zeftkirin.

Li Reqayê DAIŞ′iyek ji aliyê QSD′ê ve hat girtin
21 mijdar, 2023   19:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD′ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di operasyonekê de çeteyekî DAIŞ′ê li gundewarê Reqayê hat girtin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

′′Di çaçroveya operasyênên me yên domdar ên li dijî bermahiyên rêxistina DAIŞ a terorîst de, Yekîneyên Antî-Teror (YAT) yên girêdayî hêzên me (QSD), operasyonek li dar xist. Operasyon duh (duşemê 20′ê Mijdarê) li bajarokê Kerama yê gundewarê rojhilatê Reqayê, bi destek û çavdêriya asîmanî ya hêzên Koalîsyona Navneteweyî pêk hat. Di encamê de yekîneyên me terorîstê bi navê Mihemed Mehmûd Hemade girt.

Terorîstî hatî girtin, karê revandina kesên di nava ′Eşbal El Xîlafe′ ji kampên malbatên rêxistina DAIŞ a terorîst ber bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên dagirkirî bi taybetî Serêkaniyê û Girê Spî ve, dikir.

Hêzên me dê operasyonên xwe yên ewlehiyê li dijî rêxistina DAIŞ a terorîst berdewam bikin heta ku tevahî jêderên finansekirin û biçekirina wan werin zuhakirin û ewehiya herêmên me were mîsogerkirin."

(bb)