Cenazeyê şehîd Mihemed El Mizyed hat veşartin

Cenazeyê şervanê QSD′ê û endamê Saziya Birîndarên Şer Mihemed El Mizyed bi merasîmekê li Minbicê hat veşartin.

Cenazeyê şehîd Mihemed El Mizyed hat veşartin
Cenazeyê şehîd Mihemed El Mizyed hat veşartin
Cenazeyê şehîd Mihemed El Mizyed hat veşartin
Cenazeyê şehîd Mihemed El Mizyed hat veşartin
Cenazeyê şehîd Mihemed El Mizyed hat veşartin
Cenazeyê şehîd Mihemed El Mizyed hat veşartin
Cenazeyê şehîd Mihemed El Mizyed hat veşartin
Cenazeyê şehîd Mihemed El Mizyed hat veşartin
21 mijdar, 2023   18:28
MINBIC

Cenazeyê şervanê QSD′ê û Saziya Gaziyan Mihemed El Miziyd ê ku 20′ê Mijdarê şehîd bûbû, bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a li Minbicê hat veşartin. Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, Kombûna Jinan a Zenûbiya, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê, meclisên bajar û gundan, endamên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û şêx û eşîran beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de endama Nivîsgeha Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan Huda Mewas axivî û got: "Em şehîdê xwe yê leheng Mihemed El Mizyed li kêleka hevalên wî yên şehîd vedişêrin. Van şehîdan ji bo parastina xak û gelê xwe ji dijminê mirovahiyê di serî de ji dewleta Tirk a dagirker bedena xwe kirin mertal."

Huda Mewas berxewdana şervanên li eniyên şer silav kir û soza domandina xeta şehîdan da.

Bi navê Saziya Birîndarên Şer Mihemed El Şêx got: "Fedakariyên şehîdan meşalaya rêya me ronî dikin e. Ji şehîdan em ê fêrî hezkirina welat bûn. Rêya şoreşgeran tijî astengî ne, şervan  jî vê yekê dizanin, lê li ber xwe didin."

Di merasîmê de bi navê malbata şehîd El Mizyed, Mehmûd El Bacî li ser taybetmendiyên şehîd wiha axivî "Şehîd Mihemed El Mizyed ji destpêkê avabûna Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve cihê xwe di nava meclisê de girt. Ruxmî temenê wî her tim li refên pêş bû, li hemberî çeteyan DAIŞ′ê şer kir. Tevî ku birîndar bibû jî, lê dev ji erka xwe berneda û welatê xwe û ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diparast."

Pişte endamê Meclisa Malbatên Şehîdn Huzeyfa El Emîn wesîqeya şehadetê ya şehîd xwend û radestî malbata wî. Cenazeyê şehîd bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re hat veşartin.

(bb)

ANHA