Li Reqayê bîranîna şehîdan

Cangoriyên azadiyê yên mehên Îlon û Cotmehê bi merasîmekê li Reqayê hatin bibîranîn.

Li Reqayê bîranîna şehîdan
Li Reqayê bîranîna şehîdan
Li Reqayê bîranîna şehîdan
Li Reqayê bîranîna şehîdan
Li Reqayê bîranîna şehîdan
Li Reqayê bîranîna şehîdan
Li Reqayê bîranîna şehîdan
Li Reqayê bîranîna şehîdan
Li Reqayê bîranîna şehîdan
Li Reqayê bîranîna şehîdan
28 cotmeh, 2024   15:17
REQA

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Reqayê ji bo bîranîna şehîdên mehên Îlon û Cotmehê merasîmek li Navenda Çand û Hunerê ya li bajarê Reqayê li dar xist.  Merasîm bi beşdariya malbatên şehîdan, fermandar û şervanên Meclisa Leşkerî ya Reqayê, endamên Meclisa Jinan a Sûriyeyê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Kombûna Jinan a Zenûbiya, Melcisa Idlib El Xedra û PYDˈê hat lidarxistin.

Di merasîmê de cîgirê hevserokên Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê Mihemed El Ehmed axivî û diyar kir ku şehîd sembola azadî û lehengiyê ne.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan û Gaziyên Şer û Dîlgirtiyan Zehra El Yûsif şehîdên azadî û rûmetê bi bîr anîn û banga wefaderiya bi şehîdan re kir.

Zehra El Yûsif di dewama axaftina xwe de got: "Şehîd pêşengên me yên manewî ne û keleha parastina welat in. Rêber Abdullah Ocalan dibêje, mezinahiya mirovan ew e ku ji bo doza xwe tê bikoşîne û heya dilopa dawî ya xwînê li ber xwe bide."

Di dawiya merasîmê de mûm li ber wêneyên şehîdan hatin pêxistin û dirûşmên "Şehîd namirin" hatin berzkirin.

(bb)

ANHA