Li Qamişlo û Kobanê li dijî êrişan meş

Bi hezaran şêniyên Qamişlo û Kobanê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker meşiyan.

Li Qamişlo û Kobanê li dijî êrişan meş
Li Qamişlo û Kobanê li dijî êrişan meş
Li Qamişlo û Kobanê li dijî êrişan meş
Li Qamişlo û Kobanê li dijî êrişan meş
Li Qamişlo û Kobanê li dijî êrişan meş
Li Qamişlo û Kobanê li dijî êrişan meş
Li Qamişlo û Kobanê li dijî êrişan meş
Li Qamişlo û Kobanê li dijî êrişan meş
Li Qamişlo û Kobanê li dijî êrişan meş
Li Qamişlo û Kobanê li dijî êrişan meş
Li Qamişlo û Kobanê li dijî êrişan meş
Li Qamişlo û Kobanê li dijî êrişan meş
Li Qamişlo û Kobanê li dijî êrişan meş
Li Qamişlo û Kobanê li dijî êrişan meş
28 cotmeh, 2024   15:07
QAMIŞLO

Pariya Yekitiya Demokrat (PYD) li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker, li Qamişloyê meşeke girseyî li dar xist.

Tevî endam û rêveberên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), sazî û dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, kesayetên navdar û bi sedan şêniyên Qamişloyê tev li meşê bûn.

Meşê ji Çerxerêya Sonî ya bajêr dest pê kir û wêneyên zarokên di êrişan de şehîd û birîndar bûne, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û yên şehîdên şoreşê hatin hildan û pankartên “Bi sekna şerê gel ê şoreşgerî em ê dagirkeriyê têk bibin” hatin vekirin. Gelek caran jî dirûşmên “Na ji êrişên dewleta Tirk a dagirker re”, “Kujer Erdogan”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana Îmraliyê”, “Bijî Serok Apo”, û “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin.

Girseya meşê li Çerxerêya Sebeh Behrat sekinî. Li wir piştî rêzgirtinê, hevserokê Meclisa Gelan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Hikmet Hebîb axivî.

Hikmet Hebîb bal kişand ser têkoşîn û berxwedana şehîdan û diyar kir ku bi saya berxwedana wan gihîştine ber deriyê azadiyê.

Hikmet Hebîb diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker jî û destnîşan kir ku ji roja ewil ya  avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk heya roja îro êrişên xwe didomîne û got: “Ji bo li Bakur û Rojhilatê Sûryeyê û Rojavayê Kurdistanê modela Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi ser nekeve, dewleta Tirk a dagirker hemû çeteyên terorî di nava xwe de hewand û bi destê wan bi her awayî êriş dibe ser giştî herêmê.”

Hikmet Hebîb di dewama axaftina xwe de da zanîn dewleta Tirk bi taybetî şoreşgerên ku di têkbirina çeteyên DAIŞ’ê de rol leyîstine dike armanc, dîsa êrişî binesaziya herêmê dike û jin, zarok û mirovên sivîl qetil dike.

Hikmet Hebîb di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku wê gelê herêmê li hember êrişan heya dawî li ber xwe bide û desnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker çiqasî bi êrişan bajarê wan xirab bike jî, ew ê dîsa ava bikin.

Hevseroka TEV-DEMˈê Remziye Mihemed jî û di destpêka axaftina xwe berxwedana gelê ku li ber xwe dide, silav ji Rêber Abdulla Ocalan re şand.

Remziye Mihemed şehîdên şoreşê bi bîr anîn û  got: “Di şexsê şehîdên Siwêdîkê de hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin û em bejna xwe li hember wan di tewînin. Xeta şehîdan xeta azadî û serkeftinê ye.”

Remziye Mihemed di berdewamiya axaftina xwe de behsa durûtiya siyaset û polîtîkayên dewleta Tirk kir û diyar kir ku ji aliyekî ve hevdîtinê dixin rojevê, ji aliyekî din ve êrişên xwe bi dijwarî didomînin.

Remziye Mihemed bal kişand ser êrişên dawî yên dewleta Tirk a dagirker û da zanîn ku hemû jiyan û binesaziya herêmê wêran kiriye.

Hevseroka TEV-DEMˈê Remziye Mihemed di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser sîstema îşkence û qirkirinê ya girava Îmraliyê û diyar kir ku çawa berxwedana gel hişt ku ji Îmraliyê silavên Rêber Abdullah Ocalan ji gel re werin, wê ji îro şûn de jî bi mezinkirina berxwedana gel, bi temamî deriyê Îmraliyê bê şikenandin.

KOBANÊ

Ji bo şermezarkirina êrişên dewletê Tirk a dagirker Kongra Star û Hêzên Parastina Civakê (HPC) li Çelebiyê ya Kobanê meşek li dar xist.

Tevî xwendekaran, bi sedan şêniyên bajar ji pêşiya avahiya Meclisa Gel a Bajarê Çelebiyê dest bi meşê kir. Di meşê de wêneyên zarokên di êrişan de şehîd û birîndar bûne, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên Kongra Star û yên HPCˈê, pankartên “Em êrişa dewleta Tirk şermezar dikin” û "Heta tecrîd hebe, wê têkoşîna me berdewam be" hatin vekirin û bê navber dirûşmên “Na ji êrişên dewleta Tirk a dagirker re”û " Bêjî berxwedan gerîla" û "Bêjî Serok Apo "hatin  berzkirin.

Meş li ber avahiya Kongra Star veguherî mîtîngê. Li vir rêvebera Meclisa Kongra Star a bajarokê Çelebiyê Zelal Elî axivî. Zelal êrişên dewletê Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û anî ziman ku dewleta Tirk bi êrişên xwe nikare vîna gel bişikîne.

Zelal Elî got: “Em li vir ji tevahî dinyayê re dibêjin wê her tim têkoşîna me berdewam be, tu carî em ji êrişên dewletê Tirk natirsin, em ê bi têkoşîna xwe pêşî li êrîşên dagirkeriyê bigirin."

ˈBÊYÎ RÊBER APO AŞTÎ NÎN Eˈ

Zelal diyar kir ku çareseriya van pirsgirêkan li Îmraliyê ye û wiha dom da axaftina xwe "Bê serokatiyê em tu çareseriyê qebûl nakin. Ji bo hemû gelên ku aştiyê dixwaze aştî li gel Rêbertî ye, bê Rêber Apo aştî nîn e."

ˈEM Ê HER TIM LI SER PÊYAN BINˈ

Zelal Elî destnîşan kir ku gelê Kurd li kîjan deverê hebe ew dever ji aliyê dewleta Tirk ve tên armanckirin û got: "Em ê li hemberî êrişan li qadên berxwedanê bin. Em ê ser pêyan bin heya ku azadiyê mîsoger bikin. Azadiya me jî girêdayî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo."

Mîtîng bi dirûşmên "Berxwedan jiyan e" bi dawî bû.

 (bm/sş/bb)

ANHA