Dewleta Tirk Çiyayê Bagokê bombebarankirin

Dewleta Tirk Çiyayê Bagokê ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ya bakurê Kurdstanê, bi balafirên şer bombebaran kir.

Dewleta Tirk Çiyayê Bagokê bombebarankirin
28 cotmeh, 2024   15:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker serê sibehê li Çiyayê Bagokê yê ser bi navçeya Nisêbînê ve operasyona leşkerî da destpêkirin.

Bi sedan leşker û cerdevan tevlî operasyonê bûn û hem ji hewayî ve hem jî ji bejahiyê ve operasyon bi birfirehî pêk tê. Dora goristana ku cenazeyên gerîlayên PKK’ê lê veşartî ne jî hat dorpêçkirin.

Devera Barahawşo ku li çoltera gundên Xirbê Mişka, Sedderiyê û Marînê ye gelek caran ji aliyê balafirên şer ve hat bombebarankirin.

Piştî ku balafiran bombebaran kir, helîkopter li ser deverê geriyan û gulebaran kirin. Hat ragihandin ku li herêmê dengê çekan bilind dibe.