Gerîla TV dîmenê çalakiya li Qada Berxwedanê weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiya ku li Girê Amediyê hate kirin û di encamê de leşkerekî dagirker hate cezakirin weşand.

Gerîla TV dîmenê çalakiya li Qada Berxwedanê weşand
19 kanûn, 2023   11:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Dîmenê çalakiya 12'ê Cotmeha 2023'an a li Girê Amediyê yê li Herêmên Parastinê yên Medyayê di Gerîla TV de hate weşandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê heman rojê daxuyaniyek dabû û gotibû, "Di 12'ê Cotmehê de saet 00:25'an bi sekvaniyê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin û di encamê de dagirkerek hate cezakirin."