Li Reqayê agir bi zeviyeke ceh ket

Tîmên agirkujiyê yên li bajarê El Kerama yê kantona Reqayê şewata li zeviyeke ceh vemirand.

Li Reqayê agir bi zeviyeke ceh ket
17 gulan, 2025   13:50
REQA

Agir bi zeviyeke ceh a li gundê Mezra Munzir ê bajarê El Kerama yê kantona Reqayê ket. Tîmên agirkujiyê çûn cihê şewatê û agir vemirand.

Di encama şewatê de nêzî 7 donim ceh şewitî.

ANHA