Rewşa 2 zarokên li Til Temirê birîndar bûbûn baş e

Hate zanîn ku rewşa tenduristî ya 2 zarokên ku duh ji ber teqîna bermahiyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê birîndar bûbûn, niha baş e.

Rewşa 2 zarokên li Til Temirê birîndar bûbûn baş e
Rewşa 2 zarokên li Til Temirê birîndar bûbûn baş e
Rewşa 2 zarokên li Til Temirê birîndar bûbûn baş e
Rewşa 2 zarokên li Til Temirê birîndar bûbûn baş e
Rewşa 2 zarokên li Til Temirê birîndar bûbûn baş e
Rewşa 2 zarokên li Til Temirê birîndar bûbûn baş e
Rewşa 2 zarokên li Til Temirê birîndar bûbûn baş e
17 gulan, 2025   13:53
HESEKÊ

Duh li gundê Um El Kêf ê li rojavayê Til Temirê, dema ku 3 zarokan li derveryî gund dilîst, teqemeniyên bermahiyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi wan de teqiyan, di encamê de zarokê bi navê Hesen Sabit El Şelo yê 10 salî jiyana xwe ji dest da, birayê wî Elî Sabit El Şelo yê 11 salî û kurê apê wî Wesîm Silêman El Şerlo yê 9 salî birîndar bûn.

Her du zarokên birîndar rakirin nexweşxaneyên bajarê Hesekê.

Tîmên tenduristiyê yê nexweşxaneyê îro diyar kir rewşa her du zarokan baş e.

Li gorî agahiyan Elî Sabit El Şelo gelek parçeyên teqemeniyê li rûyê wî ketine. Wesîm Silêman El Şelo jî destî wî hatiye birîn.

ANHA