Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ezmûnên dawiya salê dest pê kir
Li dibistanên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ku girêdayî Rêveberiya Xweser in, ezmûnên asta navîn û amadeyî dest pê kir.
Komîteya Perwerdeyê ya Helebê dest bi pêvajoya çêkirina ezmûnên dawîn ên sala xwendinê ji bo dibistanên navîn û amadeyî yên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir.
13 dibistan li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hene, 10 ji wan bi awayekî hevbeş ji aliyê hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser ve tên birêvebirin û 3 dibistan jî bi tevahî girêdayî Rêveberiya Xweser in. Her wiha peymangeheke perwerdekirina mamosteyan bi navê şehîd Zozan Yûsif û çend baxçeyên zarokan hene.
Rêveberê Dibistana Şehîd Cûdî Amanûs Nûrî Mela Nesan ji ajansa me re diyar kir ku gelek xwendekarên ku ji Şehbayê koçber bûne, ji aliyê Komîteya Perwerdeyê ya Helebê ve hatin pêşwazîkirin û ji bo bidawîkirina xwendina xwe vegeriyan dibistanan.
Hejmara xwendekarên ku ji Şehbayê hatine û li her du taxan tev li pêvajoya perwerdeyê bûne, nêzî 700 xwendekar e.
ANHA