Li Reqayê 23 trafo hatin danîn

li Kantona Reqayê bi armanca ku ceyran li tevahiya herêmê were belavkirin, 23 trafo (transformer) hatin danîn.

Li Reqayê 23 trafo hatin danîn
Li Reqayê 23 trafo hatin danîn
Li Reqayê 23 trafo hatin danîn
Li Reqayê 23 trafo hatin danîn
Li Reqayê 23 trafo hatin danîn
9 hezîran, 2024   07:35
REQA

Desteya Enerjî û Peywendiyan a Kantona Reqa xebatên xwe yên çareserkirina pirsigrêkên ceyranê didomîne. Desteyê heta niha 23 transformerên ceyranê bi kapasîteya 1 mega ji bo her transformerekê li taxên bajar danîne. 

Li gorî çavdêran, ev transformer dê ji sedî 20 taxên bajêr  ronî bike. Xebata gihandina ceyranê li taxên Idîxar a li aliyê rojavayê bajarê Reqa heta bi taxên Ferdos li naverasta bajêr dewam dike.

Taxên ku transformer lê têne danîn, ji dema ku ji çeteyên DAIŞ’ê ve hatine rizgarkirin, bê ceyran in.

Hevserokê Desteya Enerjî û Peywendiyan a Kantona Reqa Hamid El Lewaş diyar kir ku wan ji bingehê 35 transformeran dest bi projeya danîna 23 transformeran li taxên bajêr kirine.

Li ser dema temambûna projeyê El Lewaş got, dê di nava 9 mehan de xebatên tamîrkirin û danîna torên nizm, amadekirina navendan û danîna transformeran bi dawî bibin.

Têkildarî planên desteyê ji bo dema bê jî El Lewaş diyar kir ku Desteya Enerjiyê û Peywendiyan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê dest bi projeya danîna jimaryarên ceyranê bike.

(fr)

ANHA