‘Dewleta Tirk bi êrişan lihevkirinên Cinêvê binpê dike’

Parêzeran destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk sûcekî li dijî gelên herêmê ne, ji ber ku êrişî serdestiya dewleteke cîran dike û li gorî peymanên Neteweyên Yekbûyî ev êriş li dijî qanûnan in û lihevkirinên Cinêvê yên 12`ê Tebaxa 1949`an binpê dike.

‘Dewleta Tirk bi êrişan lihevkirinên Cinêvê binpê dike’
9 hezîran, 2024   05:17
REQA
ENES MIHEMED

Dewleta Tirk a dagirker êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi balafirên bêmirov û bi tankan zêde kirin. Di encamê de gelek şênî û şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd bûn û zeviyên çandiniyê şewitîn. Herî dawî jî dewleta Tirk a dagirker 6`ê Hezîranê li ser rêya Embare ya Qamişloyê erebeyek kir hedef.

Têkildarî mijarê endamê Yekitiya Parêzeran parêzer Hisên Mela got: "Di qanûnê de, ev êriş li dijî tevahî pîvan û peymanên navneteweyî ne ku ji bo serdestiya dewletê ne û nabe êriş li dewletên cîran bike. Tirkiyeyê jî we peyman îmze kirine."

Hisên Mela destnîşan kir ku Tirkiye lihevkirinên ku beriya 3 salan di navbera Rûsya û Amerîkayê de hatine îmzekirin, binpê dike û wiha domand: "Berovajî wê, Rêveberiya Xweser hewl dide aloziyê çareser bike. Lê dewleta Tirk birçiyê terorê ye û naxwaze ewlehî li herêmê pêk were.”

Endamê Yekitiya Parêzeran a Kantona Reqayê parêzer Ebdurehman El Sayir jî got: "Êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê û mal û milkên şêniyan, kuştina kesên bêguneh û wêrankirina binesaziya herêmê, sûcên şer in. Dewleta Tirk bi van êrişan, serdestiya dewleta cîran binpê dike. Ev êriş lihevkirinên Cinêvê yên 12`ê Tebaxa 1949`an binpê dikin."

El Sayir wiha domand: "Di van lihevkirinan de, her kiryarek li dijî kesan yan jî mal û milkên wan ên ku wan diparêzin, kuştina bi zanabûn, wêrankirina berfireh a mal û milkan û desteserkirina wan bêyî pêwîstiyeke leşkerî, wek binpêkirina qanûna navneteweyî tê sinifandin. Tirkiye van sûcan tev de li dijî gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike."

(şx)

ANHA