Li Reqayê 2 malbat li hev hatin

Şêx û rûpiyên eşîran li bajarê Reqayê 2 malbatên ji êla El Eadle li hev anîn.

Li Reqayê 2 malbat li hev hatin
Li Reqayê 2 malbat li hev hatin
Li Reqayê 2 malbat li hev hatin
Li Reqayê 2 malbat li hev hatin
Li Reqayê 2 malbat li hev hatin
Li Reqayê 2 malbat li hev hatin
Li Reqayê 2 malbat li hev hatin
28 gulan, 2025   15:33
REQA

Ji ber qezayeke trafîkê li bajarê Reqayê zarokê bi navê Ehmed El Sefer yê 8 salî jiyana xwe ji dest dabû. Ji bo lihevanîna malbata zarok û malbata sedemkarê qezayê, şêx û rûsiyên êlên Reqayê civîneke lihevhatinê li dar xist. 

Nûnerên Meclisa Rûspiyan, şêx û rûsipiyên êlên kantona Reqayê û nivîsegeha Têkiliyên Leşkerî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk, navdarên ji êlên El Şêxan û El Mûsa El Zaher beşdarî civîna lihevhatinê bûn. Lihevanîn li mala malbata zarokê bi navê Ehmed El Sefer a li Taxa Kurdan a Reqayê pêk hat.

Her du alî li hev hatin û destên hev girtin, piştre Şêx Usame El Derwîş spasiya kesêb ku beşdarî lihevanînê bûne, kir û hêviya xwe anî ziman ku lihevhatin bibe çareseriya pirsgirêkên din jî.