Hevdîtina DEM Partî û AKP’ê destpê kir

Hevdîtina Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan a bi rayedarên AKP’ê re dest pê kir.

Hevdîtina DEM Partî û AKP’ê destpê kir
28 gulan, 2025   15:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevdîtina Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan a li Meclisê ya bi rayedarên AKP’ê re dest pê kir. Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî jî di hevdîtinê de cih girtin.

Şandeya DEM Partiyê ji hêla Serokwekîlê Giştî yê AKP’ê Efkan Ala, Serokwekîlên Koma AKP’ê, Berdevkê AKP’ê Omer Çelîk, Abdullah Guler û Ozlem Zengîn ve hate pêşwazîkirin.

Hêjayî gotinê ye duh DEM Partî û MHP jî civiya bûn.