Artêşa Îsraîlê fermandarekî Hîzbullahê kuşt
Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan fermandarê Hizbullahê yê li bajarokê Yater ê li başûrê Lubnanê kuştiye.

Artêşa Îsraîlî roja ragihand ku "duh di êrişeke li başûrê Lubnanê de fermandarê Hizbullahê yê li bajarokê Yaterê kuşt".
Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee bi rêya X`ê got kesê hatiye kuştin "di dema şer de li dijî artêş û hêzên Îsraîlê plan çêdikirin û vê dawiyê jî hewla avakirina navenda xwe kiriye ku ev yek jî rêkeftinê binpê dike.”
Wezareta Tendirustiyê ya Lubnanê jî ragihand: "Droneke Îsraîlê duh êvarî (Sêşem), motorsîkletek bi 2 moşekan li devera Têr Herma ya bajarokê Yater kir armanc û di encamê de kesek hate kuştin.”