Li Reqa û Tebqayê Cejna Berxwedana Neteweyî hat pîrozkirin

Di pîrozbahiyên Cejna Berxwedana Neteweyî yên li Reqa û Tebqayê de hate gotin, berxwedana PKK’ê dîroka herêmê û gelên azadîxwaz guhert.

27 mijdar, 2025   20:53
NAVENDA NÛÇEYAN

REQA

Li Akademiya Şehîd Emar Şêx a bajarê Reqayê bi boneya 27’ê Mijdarê salvegera 47’emîn a damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê-PKK (Cejna Berxwedana Neteweyî şahiyek hat lidarxistin. Şêniyên kantona Reqayê, şervanên QSD’ê, endamên saziyên sivîl û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ya kantona Reqayê beşdarî şahiyê bûn.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre cîgirê hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer Roja Berxwedana Neteweyî pîroz kir û ev tişt anî ser ziman "PKK’ê cûdayî partiyên klasîk e. Di hundirê wê de me karîbû şoreşeke bîrdozî, şoreşa jin, azadî, çand, perwerde û fêrkirinê ava bikin ta em gihaştin vê astê."

Koçer di dewama axaftina xwe de îşaret pê kir ku Rêber Abdullah Ocalan di girîgeha Îmraliyê de fikirê neteweya demokratîk, jiyana hevbeş û komînal ava kir û ev li gotinên xwe zêde kir "Banga wî ya Aştî û Civaka Demokratîk di çarçoveya şoreşa nû de veguherîneke stratejîk û bîrdozî ye, ku sîstema demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe dispêre wê."

Piştî axaftina Hesen Koçer, Koma Hêlîn Cûdî ya girêdayî Tevgera Hîlala Zêrîn govend gerandin.

TEBQA

Şêniyên kantona Tebqayê û koçberên Efrîn û Şehbayê jî şahiyek li wargeha Werzîşê li dar xist.

Piştî rêzgirtinê dayika şehîd Egîd û Zîlan, Hacer Mehmûd axivî û avabûna PKK’ê mîna ’meşaleyekê bû ku rêya azadiyê ronî kir’ pênase kir.

Hacer Mehmûd destnîşan kir ku têkoşîna PKK û berdêlên ku şehîdên wê dane ji bo gelan bûne rêbazên jiyanê.

Endamê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Xebat Yûsif jî Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz kir û got," Têkoşîna azadiyê ya domdar dê serkeftinên mezintir bînin. Nifş hîn bûne û dê meşa azadiyê ya ku PKK’ê ava kiriye dê bidomînin."

Xebat Yûsif di dewama axaftina de destnîşan kir ku avabûna PKK’ê xaleke veguherînê di dîroka Rojhilata Navîn û Cîhanê de bû, gelên herêmê jî îrade û rihê berxwedanê ji berxwedana PKK’ê girtine.

Di dawiya şahiyê de koma Çiyayê Kurmênc û Koma Şehîd Fedekar Efrîn stranên şoreşgerî gotin.

(bb)

ANHA