Nivîskar: Serdana li Îmraliyê gaveke girîng a ber bi aştiyê ve ye

Nivîskarên Hesekê girîngî bi domandina diyaloga di navbera Rêber Abdullah Ocalan û komîsyona parlamentoyê de da. Her wiha diyar kirin ku divê naveroka diyaloga bi awayekî rastîn ji bo raya giştî were aşkerakirin û gavên pratîk, wekî guhartina destûrê û derfetdayîna Rêber Abdullah Ocalan ji bo ku di parlamentoyê de peyamê bide, werin avêtin.

Nivîskar: Serdana li Îmraliyê gaveke girîng a ber bi aştiyê ve ye
28 mijdar, 2025   02:35
HESEKÊ
BOTAN HUSÊN

Di 24'ê Mijdarê de komîsyona parlamentoya Tirkiyeyê li Îmraliyê bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kir û ragihand ku hevdîtin erênî bû. Gelên li Tirkiye û herêmê li benda vê serdanê û encamên wê bûn ku bibe bingeha gavên din ên ber bi aştiyê ve.

Nivîskar, rexnegir û endamê Desteya Rêveber a Yekitiya Rewşenbîran a kantona Cizîrê Ebdulwehab Pîranî diyar kir ku serdana komîsyonê ji bo Rêber Abdullah Ocalan di qonaxeke hestiyar de bû ku tê de pirsgirêkên aborî, çandî û siyasî yên tevlihev li seranserî Rojhilata Navîn derketine û got: "Dibe ku ev serdan bandorên nerênî li van pirsgirêkan bike û bibe destpêka avakirina Rojhilata Navîn a nû ya li gorî nirxên demokrasî û aştiyê, ne li gorî nirxên hegemoniya nû. Rewşa geosiyasî ya ku em niha tê re derbas dibin, di vê rewşê de çirûska aştiyê ji girtîgeha Îmraliyê derdikeve.”

Pîranî diyar kir ku serdana komîsyonê gaveke pratîk a ber bi çareseriyê ve ye û xwedî girîngiyeke pir mezin e û eger heye ku bibe destpêka pêkanîna Banga Aştî û Civaka Demokratîk. Pîranî wiha domand: "Divê civata Ewropayê û hêzên aştîxwaz ên cîhanê girîngiyê bidin vê serdanê û banga aştiyê û danûstandinên Rêber Abdullah Ocalan û parlamentoya Tirkiyeyê wekî destpêka çareserkirina pirsgirêka Kurd û yên Tirkiye û Rojhilata Navîn bi giştî bibînin.”

Pîranî destnîşan kir ku serdana Komîsyonê bandorê li hin pirsgirêkên Sûriyeyê jî bike û ji bo wan bibe çareserî, nexasim ku Tirkiye di Sûriyeyê de destwerdan kiriye û destekê dide komên çekdar da ku qezenca xwe zêde bike.

Pîranî wiha lê zêde kir: "Banga aştiyê ya Rêber Abdullah Ocalan û gavên ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) avêtine wekî fesixkirina partiyê, şewitandina çekan û vekişîna ji Bakurê Kurdistan û Zapê, tev pêvajoya aştî û demokrasiyê pêşde dibin, ne tenê li Tirkiye lê belê li Sûriye û Rojhilata Navîn bi giştî jî.”

Pîranî diyar kir ku serdana komîsyonê tê wateya ku siyaseta Tirkiyeyê ya paşguhkirin û bêtevgeriyê ya ku li hemberî bangên aştiyê dihat meşandin, hatiye guhartin û got: “Cihê danûstandinan û serdana ji bo Îmraliyê şêweya binçavkirina derhiqûqû ji ragihandina rojavayî re nîşan dide. Hevdîtina Rêbertî bi malbatê re siyaseta tecrîdê ya li ser wî rewa nake. Azadiya fîzîkî ya Rêbertî dikare rastî û cidiyeta Tirkiyeyê di danûstandinan û pêkanîna aştiyê de aşkere bike."

Ebdulwehab Pîranî got ji bo serdana komîsyonê geşbîn e û ew wek gaveke erênî û nû bi nav kir û wiha domand: "Bingeha pirsgirêkê û ya hemû pirsgirêkên herêmê bi taybetî yên Tirkiyeyê, pirsgirêka gelê Kurd e ya ku ev 100 sal e bê çareserî maye. Di vê sedsalê de paşguhkirin, Tirkîkirin, înkarkirin û qirkirina çandî, nijadî û olî li dijî Kurdan hatin pêkanîn û sînor û peyman li ser hesabê vî gelî û hebûn û nasnameya wî hatin danîn.”

Pîranî da zanîn ku jîngeha demokratîk û sîstem federal a nenavendî dikare îtîrafê bi pirrengiya çandî û nijadî bike û mafên hemû pêkhateyan bide wan, ne tenê ya Kurdan û got: "Ji ber wê jî ev bandoreke erênî li bingeha civakî û çandî û pêşketina aborî û avahîsazî ya herêmê dike û qonaxeke nû ya ber bi avakirina mirovan ve, dide destpêkirin."

Pîranî got divê Komîsyon hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re û daxwazên wî zelal bike û raporeke giştî amade bike û pêşkêşî parlamentoyê bike da ku gavên pratîkî bavêje û got: "Her wiha, divê hevdîtinên diyalogê bi Rêbertî re hebin û ew di parlamentoya Tirkiyeyê de peyameke vekirî li ber ragihandinê bide."

Pîranî diyar kir ku ev qonax ji siyasetên civakên cîhanê yên li ser bingeha hegemoniya aborî cuda ye, ji ber wê jî ev qonax dîrokî ye.

Her wiha nivîskar Şêrîn Ebas destnîşan kir ku serdana komîsyonê erênî bû û dikare bandoreke erênî li tevahî Kurdistan û Rojhilata Navîn bike û got: "Banga aştiyê ya Rêbertî hemwextî guhartinên nû yên li Rojhilata Navîn û bangên gelan hat kirin. Tirkiye di qonaxekê de ye ku êdî nikare xwe ji guhartinên Rojhilata Navîn dûr bibîne. Tirkiye neçar e ku siyasetên xwe li gorî guhartinên li herêmê biguherîne. Divê berpirsên Tirk jî vê yekê bizanin.”

Şêrîn Ebas diyar kir ku serdana komîsyonê dê bibe destpêka gavên pratîk ên Tirkiyeyê wekî guhartina destûrê û ev jî bê guman dê bandorê li rewşa Sûriyeyê jî bike û got: "Tevahî cîhan li benda rewşa Tirkiyeyê û gavên bê ye. Banga aştiyê ya Rêbertî di serî de ji bo gelan paşê ji bo hikumetan e. Ji ber wê divê gel rêxistinkirina xwe xurt bikin.”

Di dawiya axaftina xwe de Şêrîn Ebas got divê parlamentoya Tirkiyeyê destûrê biguherîne û hevdîtinên bi Rêber Abdullah Ocalan re bidomîne.

(mh)

ANHA