Şandeyek ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê serdana Meclisa Qebîle û Eşîran a Sûriyeyê kir

Şandeyek ji rûspiyên eşîrên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê serdana Mecilsa Qebîle û Eşîrên Sûriyeyê ya li Helebê kir.

27 mijdar, 2025   19:29
HELEB

Şandeyek ji rûspiyên eşîrên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê serdana Mecilsa Qebîle û Eşîrên Sûriyeyê ya li Helebê kir. 

Şande li avahiya Meclisa Şiwêrî ya Helebê ji aliyê şêxê eşîra El Bû Şaban, Mehreb Hemûd ve bi gemî hat pêşwazîkirin.  Hemûd anî ziman ku meclisa mala tevahî sûriyeyan e û yekitiya pêkhateyên gelê Sûriyeyê esas e. Şêx Mehreb Hemûd got: "Em mil bi mil pirsgirêkan derbas bikin."

Ji rûspiyên eşîrên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Elî El Hesen jî axivî û girîngiya xurtkirina jiyana hevbeş a di navbera gelê Sûriyeyê de vegot. El Hesen got: "Em ji zilma Baasê xilas bû. Îro divê em wek xwişk û bira destên xwe bidin hev da ku êşên gelê xwe yên li taxên dorpêçkirî sivik bikin."

Şêx Elî El Hesen xwest ku bi lez dorpêça li ser taxên Şêxmeqsûd, Exrefiye û Benî Zeid were rakirin û ev li axaftinên xwe zêde kir: "Em ji her kesî re dibêjin: Divê çareserî bi rêya tifaq û lihevkirinan û dûrî zimanê çek pêk were."

(bb)

ANHA