Li Refehê 15 leşkerîn Îsraîlê hatin kuştin

Ketaêb El Qesam a Filistînê ragihand ku li rojhilatê Refehê 15 leşkerên Îsraîlê hatine kuştin.

Li Refehê 15 leşkerîn Îsraîlê hatin kuştin
18 gulan 2024   14:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa nûçeyan a Filistînê ‘Safa’ li ser X’ê nûçeyek parve kir ku baskê leşkerî yê tevgera Hemasê li taxa Tenûr a rojhilatê bajarê Refehê yê başûrê Xezayê 15 leşkerên Îsraîlê kuştine.

Ajansê di daxuyaniya xwe de wiha da zanîn: "Komeke Ketaêb El Qesam, malek kir hedef ku hejmareke zêde ya leşkerên Îsraîlê xwe tê de bi cih kiribû. Dûre bi ser malê de girtin û bi leşkeran re bi çekên sivik û bombeyên destan şer kir. Di encamê de 15 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin.”

Artêşa Îsraîlê 13’ê Gulanê dest bi operasyonekê li dijî rojhilatê Refehê kiribû. Hemwextî wê, hêzên herêmî û navneteweyî Îsraîlê ji destpêkirina vê operasyonê li dijî bajarê milyonek û nîv filistînî lê dijîn, hişyar kiribû.

(şx)