33 partiyan piştgirî da girtiyên ‘Doza Kobanê’

33 partiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cezayên li dijî siyasetmedarên Kurd ên piştgiriya berxwedana Kobanê kiriye, şermezar kirin û got ew piştgiriya wan dikin. Her wiha bang kirin ku çareseriyeke demokratîk û adil ji pirsgirêka Kurd re li Tirkiyeyê bê dîtin.

33 partiyan piştgirî da girtiyên ‘Doza Kobanê’
18 gulan, 2024   14:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh dadgeriya Tirk di ‘Doza Kobanê’ de 42 sal ceza li hevserokê berê yê HDP`ê Selahattîn Demirtaş û 30 sal û 3 meh li hevseroka HDP`ê Fîgen Yuksekdag û 10 sal jî li siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk birî. Her wiha bi dehan salan ceza li gelek siyasetmedarên din birî.

Li hember biryara dadgehê ji aliyê gelek saziyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve daxuyanî hatin dayîn ku ev ceza şermezar kirin.

Di vê çarçoveyê de 33 partiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku pergala Tirk piştgiriya terorê û DAIŞ`ê dike ku bi sed hezaran welatiyên dewletên herêmê kuştin û koçber kirin û ev îsbat dike ku ev pergal, van terorîstan bi rêxistin dike û fînanse dike.

Her wiha di daxuyaniyê de bûyera revandina balyozê Tirk ji bajarê Musilê yê Iraqê dema DAIŞ`ê kontrol kir hate bibîrxistin ku ev bûyer hevkariya Tirkiyeyê bi DAIŞ`ê re îsbat dike û çawa derbaskirina birîndarên DAIŞ`ê hêsan kiriye ji bo ku xwe li Tirkiyeyê derman bikin.

Di daxuyaniyê de balhate kişandin ser binkeftina DAIŞ`ê bi destê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî û hate gotin ku Erdogan ji vê binkeftinê aciz bûye û ji ber wê, komeke siyasetmedarên kurd dadirzîne ruxmî ku rojekê çek ranekirine û tenê di aliyê siyasî û demokrasî de tê koşiyane.

Di daxuyaniyê de îşaret pê hate kirin ku rejîma Tirk, komkujiyên siyasî li dijî siyasetmedarên kurd dike tenê ji berk u piştgiriya çalakiyên li dijî DAIŞ`ê kirine.

Di daxuyaniyê de hate gotin, dadgeha Tirkiyeyê bûye lîstok di destê Erdogan de ku li dijî hevrikên xwe yên siyasî bi kar tîne û ji ber wê li dijî siyasetmedarên piştgiriya berxwedana Kobanê kirine, cezayên girtinê birîn.

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hate kirin: "Em van cezayan bi tundî şermezar dikin. Bang li saziyên NY, YE û Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî terorê dikin ku destwerdanê bikin û mîna van şanoyên tirane rawestînin. Em bang li raya giştî, parlamenter û azadîxwazên li cîhanê dikin ku piştgiriya wan bikin û dengê xwe li pêşiya rejîma faşîst a Erdogan bilind bikin. Her wiha em bang dikin ku ji pirsgirêka kurd a li Tirkiyeyê re çareseriyeke adil û demokratîk bê dîtin. Em piştgiriya siyasetmedaran dikin ku rejîma Tirk cezayên neadil li wan biriye.”

Partiyên daxuyanî dane ev in:

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)
Partiya Kesik a Demokratîk
Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê
Partiya Lîberal a Kurdistanê
Partiya Komkunîst a Kurdistanê
Partî ya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyeyê
Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê
Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyeyê
Partiya Çepgir a Demokrat a Kurd li Sûriyeyê
Partiya Sûriye Pêşerojê
Partiya Guhertina Demokratîk a Kurdistanê
Tevgera Nûkirin a Kurdistanê
Yekitiya Karkeran a Kurdistanê
Desteya Nîştimanî ya Sûriyeyê
Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyeyê
Partiya Wîfaq a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê
Partiya Reform a Sûriyeyê
Partiya Asûr a Demokratîk
Partiya Biratî ya Kurdistanê
Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)
Kongra Star
Partiya Muhafizkeran
Partiya Têkoşîna Demokratîk
Şepêla Siberojê ya Kurdistanê
Partiya Demokratîk a Kurdistanê -Rojavayê Kurdistanê
Desteya Tensîq El Wataniye-Tevgera Guhertina Demokratîk
Partiya Yekitiya Suryan
Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanê
Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê (Partî)
Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê (Yekitî)
Şepêla Çepgir a Şoreşger li Sûriyeyê
Partiya Suryana

(şx)