Li Qamişloyê projeya kolandina 20 bîrên avê

Şaredariya Gel a Qamişloyê ragihand ku ji bo peydakirina pêdiviyên bajêr ên ava vexwarinê dest bi projeyek stratejîk kiriye.

Li Qamişloyê projeya kolandina 20 bîrên avê
Li Qamişloyê projeya kolandina 20 bîrên avê
Li Qamişloyê projeya kolandina 20 bîrên avê
Li Qamişloyê projeya kolandina 20 bîrên avê
Li Qamişloyê projeya kolandina 20 bîrên avê
Li Qamişloyê projeya kolandina 20 bîrên avê
Li Qamişloyê projeya kolandina 20 bîrên avê
Li Qamişloyê projeya kolandina 20 bîrên avê
29 hezîran, 2025   18:11
QAMIŞLO

Ji bo ji Qamişloyê re av zêde were dabînkirin, Şaredariya Gel a bajêr, bi daxuyaniyekê ku ji hêla endazyar Ebdulkerîm Mihemed ê nivîsgeha lêkolînan ve hate xwendin, destpêkirina projeya kolandina 20 bîran li nêzî stasyona avê ya Hilêliyê ragihand. Wê lêçûna vê projeyê nêzî 2 milyon û 850 hezar û 889 dolar be.

Mihemed diyar kir ku armanca projeyê ewlehiya avê ya herêmê were bipêşxistin û mîqdara avê tê ya ji bo stasyonên pompekirinê zêde bibe. Ev jî îstîqrareke xebata wê stasyonê, peydakirina pêdiviyên torê û zêdebûna mezaxtina şêniyan misoger dike.

Mihemed destnîşan kir ku wê mîqdarê avê li gorî taybetmendiyên cîhanê yên para her kesekî/ê, li gorî şert û mercên tenduristî yên cîhanê, were belavkirin.

Mihemed aşkera kir ku li gorî planê, wê 12 bîr li hawiza stasyona Hilêliyê, 2 bîr li stasyona Ceqceq û 6 bîr li beşa rojhilatê bajêr, bi kûrahiya di navbera 325 û 425 metreyî de werin kolandin. Ev yek wê li gorî lêkolînên jeolojîk ji bo pêkanîna hilberîna bilind a her bîrekê ji avê, pêk bê.

Têkildarî ka wê proje pirsgirêka avê ya li Qamişloyê bi dawî bike yan na Mihemed got: "Pêşbîn e hilberîna avê bi rêjeya 75 metrekup di her saetekê de ji bo her bîrekê, be. Anku ji bo 20 bîran wê di saetê de hezar û 500 metrekup avê were derxistin û wê ev av bigihîne stasyonên pompekirinê ku avê li taxên giştî belav bikin."

Mihemed anî ziman ku dema pêkanîna projeyê bi qasî 270 rojan tê texmînkirin. Ji bo misogerkirina serkeftina projeyê û bidestxistina hilberîna baştir, alavên endazyarî û jeolojîk ên herî pêşketî tevî karkerên xwedî pisporî dixebitin.

Şaredariyê 2 bîrên destpêkê li hawiza stasyona Hilêliyê kolandin û wê kolandina bîrên din jî li ser 4 koman were dabeşkirin.

Der heqê taybetmendiyên pîşeyî yên ji bo kolandina bîran tên bikaranîn de Mihemed anî ziman ku wê av li gorî taybetmendiyên tenduristiyê yên cîhanê û para her ferdekî/ê were parvekirin. Çavdêriya wê komîteyê jî ji gelek pisporiyan e. Wê avê beriya ku bigihîne welatiyan di parzûnkirin û paqijkirinê re derbas bibe.

Halê hazir ji 3 jêderên avî yên sereke; stasyona Hilêliyê, Uwêca û Ceqceq û Bendava Sevan avê li Qamişloyê tê belavkirin.

(ac/fr)

ANHA