Artêşa Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê rewşa hişyariyê ragihand

Artêşa Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê rewşa hişyarî û belavbûna leşkerî ragihand û diyar kir ku armanc ji wê yekê pêşî li gefên dijî Îsraîlê bigire.

Artêşa Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê rewşa hişyariyê ragihand
29 hezîran, 2025   18:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî di daxuyaniya fermî ya artêşa Îsraîlê de, Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê bi taybetî li derdora Colanê rewşa hişyarî û belavbûna leşkerî ragihand û anî ziman ku armanc ji vê yekê pêşî li gefên dijî Îsraîlê, bigire.

Berdevkê artêşê Avichay Adraee di daxuyaniyê de diyar kir ku hêzên firqeya 210’an li seranserî xeta ji Cebel El Şêxo heta bi sêgoşeya sînorî ya di navbera Sûriye, Urdin û Îsraîlê de belav bûye.

Avichay Adraee destnîşan kir ku Lîwaya Alexandroni (3) di vê hefteyê de avêtin ser embargehên cebilxane û çekan ên li herêmê û di encamê de hejmarek gumanbar destgîr kirin û veguhastin hundirê Îsraîlê.

Girêdayî wê, di 2 rojên dawîn de hêzên Îsraîlê derbasî hin deverên gundewarê Quneytirayê bûn.

(mh/fr)