Li Qamişloyê konserta piştgiriya YPJˊê

Li bajarê Qamişloyê di çarçoveya rêzeçalakiyên kampanyaya "Em hemû YPJˊê ne, YPJˊê nasnameya me ye" de konsertek hat lidarxistin.

Li Qamişloyê konserta piştgiriya YPJˊê
Li Qamişloyê konserta piştgiriya YPJˊê
Li Qamişloyê konserta piştgiriya YPJˊê
Li Qamişloyê konserta piştgiriya YPJˊê
Li Qamişloyê konserta piştgiriya YPJˊê
Li Qamişloyê konserta piştgiriya YPJˊê
Li Qamişloyê konserta piştgiriya YPJˊê
Li Qamişloyê konserta piştgiriya YPJˊê
Li Qamişloyê konserta piştgiriya YPJˊê
Li Qamişloyê konserta piştgiriya YPJˊê
Li Qamişloyê konserta piştgiriya YPJˊê
Li Qamişloyê konserta piştgiriya YPJˊê
24 hezîran, 2026   22:37
QAMIŞLO

Di çarçoveya rêzeçalakiyên kampanyaya "Em hemû YPJˊê ne, YPJˊê nasnameya me ye" de Hîlala Zêrîn ji bo piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) çalakiyek hunerî li Parka Azadî ya Qamişloyê li dar xist.

Di çalakiyê de xelkê bajêr, şervanên YPJˊê û hejmarek gazî amade bûn. Li qada konsertê wêneyên şervanên YPJˊê û şehîdên di Şoreşa Rojava de şehîd bûne hatin daliqandin.

Konsertê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Dûre endama Kongra Star Reyhan Temo şehîdên şoreşê bi bîr anîn û got: "Me li pey xwe 14 salên têkoşîn û berxwedanê hişt ku di kûrahiya xwe de mîras û destkeftî heawndin, bi taybet ji hêla jinên têkoşer û şervanên jin."

Reyhan diyar kir ku "ruxmî xebatên entegrasyonê lê hîna hikumeta demkî ya Sûriyeyê hebûna jinan paşguh dike. Ji lew re armanca me ji van çalakiyan em bibin yek deng û ji şervanên xwe re ku şoreş bi xwîn, hêz û keziyên xwe parastin bibi palpişt."

Piştî axaftinan, koma Stêra Zêrîn a Qamişloyê, Koma Tolhildan û Koma Gira Stêrk a ji Hesekê, Koma Yasna ya ji Dêrikê stranên şoreşgerî û folklorîk gotin.

Di dawiyê de hunermend Caziya Kênco stran pêşkêş kirin. Çalakî bi gerandina dîlanê û diruşmên silavkirina berxwedana YPJˊê bi dawî bû.

(fr)

ANHA