Li Qamişloyê komeke cotkaran xwepêşandanek li dar xist

Komeke cotkaran li Qamişlo xwepêşandanek li dar xist û li hember biryara Desteya Çandinî û Avdanê ku buhayê kîloya genim bi 31 centan diyar kiribû, bertek nîşan dan.

Li Qamişloyê komeke cotkaran xwepêşandanek li dar xist
Li Qamişloyê komeke cotkaran xwepêşandanek li dar xist
29 gulan, 2024   13:31
QAMIŞLO

Koma cotkaran îro li pêşiya avahiya Şaredariya Qamişloyê xwepêşandanek li dar xist. 

Cotkar ji pêşiya Şaredariya Qamişloyê heya Çerxerêya Sabeh Behrat meşiyan.

Xwepêşandêran diyar kir ku ew ji buhayê genim ê ku hatiye diyarkirin, ne razî ne û diyar kir ku heya ev biryar neyê guhertin dê li qadan bin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê duh bi daxuyaniyekê sedema diyarkirina vê buhayê diyar kiribû.

(bm)

ANHA