Corcêt Bersûm: Doza jinan xeta sor e

Corcêt Bersûm di axaftina xwe ya li komxebata şêwirê ya jinan de destnîşan kir ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî vîneke xurt in û diyar kir ku doza jinan xeta sor e ku kes nikare derbas bike.

Corcêt Bersûm: Doza jinan xeta sor e
7 ÇILE, 2025   14:42
HESEKÊ

Berdevka Yekitiya Jinên Suryan a Sûriyeyê Corcêt Bersûm di komxebata şêwirê ya jinan a li bajarê Hesekê de axivî. 

Corcêt Bersûm di destpêka axaftina xwe de pîrozbahî li hemû jinên têkoşer û pêşeng kir û bal kişand ser rola jinan û têkoşîna wan a ji bo bidestxitina mafên xwe li gorî daxwaz û ramanên xwe

Her wiha diyar kir ku jinên Suryan keçên gelê Suryanî-Asûrî ne ku dîroka wan zêdetirî 6 hezar 700 salan e û rastî komkujî û binpêkirinan hatine, hêza wan hatiye tunekirin, hatine paşguhkirin û koçberkirin, rastî çewisandin, kuştin û koçberkirinê hatine.

Her wiha Corcêt Bersûm rola jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxand û got ku jin bûne dîplomat û xwedî raman û hewl didin ku doza xwe û doza hemû gelan bigihînin cîhanê. Her wiha anî ziman ku her jinek li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dema ku dipeyve, pirsgirêka tevahî gelan tîne ziman.

Corcêt wiha dewam kir: "Me gelek destkeftî bi dest xistine û em li dijî hişmendiya mêraniyê têkoşiyane û di nava têkoşîna me de berdêlên mezin hatin dayîn. Wê xwîna şehîdan heta hetayê di stûyê me de bimîne. Xwîna Kurdan, Suryanan û Ereban li her bihosta Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevlîhev bûye. "

Corcêt her wiha got: "Felsefeya jina, jin jiyan azadî ye, û ramanên azad bi ramanên mêr nayên pêkanîn, em jinên xiristiyan bi kêşeyên mezin re rû bi rû ne, weke hewlên tepeserkirina kêmneteweyan, weke êrişên li ser cihên me yên olî û şewitandina darên sersalê her wiha ferzkirina hîcabê.”

Corcêt bal kişand ser hêza jinan di Sûriyeya nû de ku dikare berpirsyariya nûnertiya jinan bike û bal kişand ser girîngiya ku ezmûn û pisporiya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo jinên din ên Sûriyeyê were veguhastin. Her wiha dilgiraniya xwe ya li ser hewldanên paşgukirina jinan di pergala nû de anî ziman.

Di dawiyê de Corcêt Bersûm destnîşan kir ku armancên hevpar ên hemû jinan yek in û ji bo bidestxistina van armancan dê têkoşîn dewam bike.

(k)