Li Qamişloyê hewldanên ji bo çareserkirna qutbûna avê

Di demên dawîn de gelek caran li Qamişloyê pirsgirêka qutbûna avê derket. Gelo hewldanên şaredariyê yên ji bo vê çareserkirina vê pirsgirêkê çi ne?

Li Qamişloyê hewldanên ji bo çareserkirna qutbûna avê
Li Qamişloyê hewldanên ji bo çareserkirna qutbûna avê
Li Qamişloyê hewldanên ji bo çareserkirna qutbûna avê
Li Qamişloyê hewldanên ji bo çareserkirna qutbûna avê
Li Qamişloyê hewldanên ji bo çareserkirna qutbûna avê
23 gulan, 2025   03:45
QAMIŞLO
EHMED SEMÎR

Destpêka meha Gulanê pêleke mezin a tozê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rû da. Di encama bahoza tozê de 3 bircên elekrtîkê yên ku 25 kîlometreyan li rojavayê Hesekê ku xwe dispêrin ava çemê Firatê, hilweşiyan. Hilweşîna bircan jî bû sedem ku xeta 6’an a elektrîkê dide stasyonên kantona Cizîrê qut bibe. Di encama qutbûna elektrîkê de av jî li Qamişloyê qut bû. Ji ber vê yekê şêniyên bajar neçar man ku avê ji tankeran bikirin.

Piştî xebata bir rojan ekîbên sererastkirina xeta 6’an sererast kir û av careke din gihand bajar.

Îbrahîm Ehmed (85) ê ji taxa Hilêliyê ya Qamişloyê got: "Zêdetirî 10 roj e ev qut e. Ev ne cara yekemîn e ku av li ser bajar qut dibe. Gelek caran ev pirsgirêk derketiye. Divê çareseriyeke mayînde were dîtin û gel bê av neyê hiştin."

Selîma Ehmed Îbrahîm (60) bi van gotinan behsa azarên ku ji ber qutbûna avê kişandine kir: "Di saetên derengiya şevê de avê didin û av têra me nake."

Selîma Îbrahîm bang li aliyên têkildar kir ku pirsgirêka avê çareser bikin.

Qamişlo avê ji 3 stasyonên sereke; Hilêliyê, Iwêcê û Ceqceq werdigire. Stasyona Sefan jî heye ku avê dide stasyona Iwêcê. Av her 24 saetan carekê bi awayekî dorveger di navbera beşên rojhilat û rojava yên bajar de tê dayîn.

Stasyona Hilêliyê ji 152 bîran pêk tê ku di navbera 40-75 metrekab di saetekê de av dide. Stasyona Iwêcê ji 16 bîran û stasyona Ceqceq jî ji 6 bîran pêk tê. Beşeke Qamişloyê avê ji xeta Bendava Sefanê ya ku ji Dêrikê tê, bi dest dixe. Dirêjahiya xetên tora avê yên avê didin tevahiya Qamişloyê 474 kîlometre ye.

Hevşaredarê Qamişloyê Sitêfo Îşo Mesûd der barê çareserkirina pirsgirêka qutbûna avê de ev agahî dan: "Piştî hilweşîna bircan ekîbên şaredariyê ji bo telafîkirina qutbûna avê seferber bûn. Me li 3 santralên avê bi hêza pompekirinê ya ji sedî 40 jenerator xebitandin û 25 bîr tenê dan xebitandin."

Mesûd der barê plansaziya 2025’an de aşkera kir ku wek beşeke projeyên wê yên sala bê ji bo beşa avê ji santrala başûr a li Qamişloyê xeteke elektrîkê ya nû çêdike û got: "Dema kehrebe qut dibe em ji 40-24 bîran bidin xebitandin."

(bb)

ANHA